Efrîn kirine baregehên leşkerî

Şemî 30 Tebax 2025 - 03:10

Dewleta Tirk a dagirker ku guhertina demgorafî û çandî ya Efrînê didomîne 5 gund veguherandin cihên leşkerî yên girtî û rê nade vegera niştecihên wê yên resen.

8 sal in Efrîn di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye. Piştî hilweşîna rejîma Baasê waliyê Tirk ê berpirsê "Meclisa Xwecih a Efrînê" qebûl nekir ku herêm û meclisên wê yên xwecih radestî hikumeta Şamê bike. Waliyê navborî di çileya îsal de gotibû mijar wê bi hikumeta Şamê re were nîqaşkirin û rêveberiya herêma Efrînê dê rasterast di bin çavdêriya Tirkiyeyê de bimîne.

Li avahiyên sivîl, leşkerî û ewlehî yên derdora Nexweşxaneya Avrînê alên Tirk hatin hildan û bêyî destûrê jî qedexe ye mirovî nêzî van avahiyan bibin an jî wêne û dîmenên wan bikişînin. Dewleta Tirk a dagirker ewlehiya li herêmê kontrol dike, saziyên xizmetguzarî û îradarî jî di bin çavdêriya wê de tên birêvebirin. Tevahî afîşe bi zimanên tirkî û erebî ne.

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya polîtîkayên tirkkirina çand û demografiya herêmê de Çerxerêya Kawayê Hesinkar ku piştî dagirkirina Efrînê yekser ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû rûxandin, par jî li şûna wê çerxerêya "Şaxê Zeytûn" ava kir. Her wiha navê Çerxerêya Azadî kir, "Qada Ataturk", navê Çerxerêya Newroz jî veguherand "Çerxerêya Selahedîn El Eyûbî".

Benda kontorlê ya li çatrêya gundê Kokanê yê bajarê Mabata yê gundewarê Efrînê di bin çavdêriya îstîxbarata Tirk de ye. Efserên Tirk erebe û ajokarên di bendê re derbas dibin kontrol dikin.

Avahiya Seraya (Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a beriya dagirkiriyê) ya li naverasta bajarê Efrînê bûye cihê "Waliyê" Tirk, ku berpirs û leşkerên  artêşa Tirk a dagirker lê dimînin.

ANHA/HELEB/NESRÎN ŞÊXO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.