SÎLVA ÎBRAHÎM / NÛJINHA / TEBQA
Ji nava konên penaberan dengê def û bilûrê bilind dibe, lorînên tijî hêvî û di têlên sazan de melodiyên vegerê tên lêxistin. Ew jin koçberên Efrînê ne, di bin şert û mercên zehmet de bi cil û bergên xwe yên filklorîk direqisin û di nava hêviya vegera bi ewle de, mîrateya kevneşopî zindî dikin.
Kantona Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bilî naskirina xwe ya bi darên zeytûnan û xwezaya xwe ya muezem, bi dewlemendiyên xwe yên çandî û hunerî jî navdar e. Şêniyên wê xwedî dengekî zêrîn in û di hunera lêdana def û pifkirina bilûrê de jî hosta ye.
Leyla Reşîd, 7 sal in endama Tevgera Hîlala Zêrîn e û di Koma Folklorê ya Şehîd Mizkîn a li Şehbayê de, stranan dibêje. Leyla Reşîd, destnîşan kir ku çand nasname û dîroka gelekî ye û wiha dibêje: “Ruxmê ku em ji cih û warên xwe bûn jî me destûr neda zehmetî pêşî li xebatên me yên ji bo zindîkirina kevneşopiyên me, bigre.”
Gelê Efrînê yê piştî koçberiya xwe ya ewil a di sala 2018’an de, koçî Şehba û piştre jî Tebqa û deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, hunera xwe berdewam kirin. Du komên nû ava kirin. Yek; Koma govendê ya Zarya Zêrîn û Koma Muzîkê ya Xwebûn. Leyla Reşîd, wiha dibêje: “Ruxmê ku em du caran koçber bûn û rastî dagirkeriyê hatin jî em bi biryar in çanda xwe biparêzin.”
Leyla Reşîd, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ruxmê hebûna me ya kurt a li Tebqayê jî me di gelek konser û festîvalan de cih girt. Tişta ku koma me ji yên din cuda dike, ew e ku hemû endamên me jin in. Jin bi xwezayî, zêdetir girêdayî çand, xweza û axa xwe ne.”
Di bin çadirên koçberiyê de çanda xwe diparêzin
Bi def û bilûrê re, derdikevin ser dikê û di nava tilîlî û çepikan de stranên gelerî û reqsên folklorîk hunera xwe pêşkêş dikin. Cil û bergên wan di nava ahengiyê de ne û mîna tabloyeke hunerî xuya dikin. Lê belê, rastiyek ku hemû kes nabîne heye; ev kom, reqs û muzîka xwe di konan de di bin germahî û hewaya sar de pêk tînin. Leyla Reşîd, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Zehmetiyan qet astengî çênekir. Em bi derfetên sînordar û di şert û mercên heyî de hunera xwe zindî dikin, ji ber ramanên bihêz ên di bîra me de zindî ne, me neçarî pêşketinê dikin. Xweşikbûn, çem, çiya û çanda Efrînê, di bîra me de mîna bîranînek zindî dimîne û di nava van şert û mercan de ji bo berxwedana me dibe çavkaniyeke hêzê."
Di konan de fêrî sazê bûn
Rûbî Muhamed jî muzîkjenek e di Koma Muzîkê ya Xwebûn de stranan dibêje û sazê lêdixe. Rûbî Muhamed a di 7 saliya xwe de ji Efrîn koçber bûye û di 9 saliya xwe de fêrî sazê bûye, wiha got: "Ez li Kampa Şehbayê ango di konekî de di şert û mercên koçberiyê de fêrî sazê bûm. Dayika min ji bo ferbûna sazê piştgirî da min û ji bo min mamosteyek dît. Ez tenê bi sazê û stranan sînordar nemam, min hemû zarokan jî fêrî strangotin û muzîkê kir. Me hemûyan bi hev ra komên hunerê ava kir û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di gelek çalakiyan de me cih girt. Piştî ku em koçber bûn, me komên xwe ji nû ve ava kir. Ez niha di koma Xawebûn de stranan dibêjim. Ez hewl didim xwe di vê qadê de bi pêş bixim.”