Huner û hunermend paşguh kirine

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Kanûn 2025 - 00:37

Hunermendan rexne li nêzîkatiya Hikûmeta Demborî ya Herêma Kurdistanê ya li ser karê huner û sînamayê girt û got: “Hikûmetê li Kurdistanê ji bo çêkirina fîlmek mezin û girîng ji bo huner û hunermendan tiştek nekiriye. Hikûmet vê mijarê ji nedîtî ve tê.”

Huner û rewşenbîrî yek ji bingehê esasî yê civakê û netewî ye. Nîşaneyên pêşketina wê civak û welat diyar dike. Ji bo wê gotine ku ‘Eger bixwazî asta welatekê bizanî, li asta huner û rewşenbîriya wê binêre’. Hunerendan diyar kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî pêwîst girîngî nade qada hunerê.

Hunermendekî bi ezmûn ê Helebceyê Bahadîn Helebceyî axivî. Bahadîn Helebceyî diyar kir ku bi qasî ji hunermendan tên bi nivîsîn, kurte film û fîlmên dirêj xizmeta civaka xwe bike û got: “Ji bo ew karesatên ku li ser serê civaka me hatine bikarin di fîlmekê de bi cih bikin û baş nîşan bidin, dibe bi qasî 3 milyon dolar pê biçe. Kes heye vê bide gelo? Na kes tine. Li hemû welatekî hikûmet bi vî karî radibe. Mixabin li gel me ev yek nîne.”

Hunermend Bahadîn Helebceyî rexne li hikûmetê girt û destnîşan kir ku hikûmet tiştk ji bo hunermendan nekiriye û got: “Hunermendan çi kiribe bi heqê xwe û kêrhatiyên xwe kiriye. Min nedîtiye hatiye gotin ku hikûmetê ji bo fîlmekî ewqasî pere xerc kiriye. Dibe ji bo belgefîlmek li ser xebateke ya partiyekê be dibe pere ji bo wê hatibe dayîn. Hikûmetê li Kurdistanê ji bo çêkirina fîlmekî mezin û girîng ji bo huner û hunermendan tiştek nekiriye. Hikûmet vê mijarê ji nedîtî ve tê.”

Hunermend û Derhêner Şiwan Etûf destnîşan kir ku huner, wêje û çand qadên pir girîng in û diyar kir ku tişta piştî Raperînê hêvî jê digirin wisa derneket. Şiwan Etûf got: “Hewldan tê dayîn ku pêşve bê birin, lê tişta ku hunermend li bendê ne divê baştir û mezitir bê kirin.”

Derhêner Şiwan Etûf anî ziman ku divê hişmendî û ramanê wan tevan ji bo pêşxistina çandê be û wiha domand: “Mixabin hê jî hikûmet girîngiya Wezareta Rewşenbîriyê baş nezaniye. Eger zanebûna wê ewqasê piştguh nekiriba. Bûtçeyek ji bo wê venaqetîne.”

Herî dawî Derhêner Şiwan Etûf bal kişand ser nebûna fîlmên li ser asta netewî û got: "Li Bakurê Kurdistanê gelek fîlmên sînemayî li ser mijarên siyasî tên çêkirin. Dîsa li ser zilm û zordariya li her beşeke Kurdistanê hatiye kirin, tê nîşandan. Li Başûrê Kurdistanê gavên baş hatin avêtin, mixabin ji ber krîzên aborî rê nayê dayîn ku ev sektor pêş bikeve."

ROJNEWS/HELECE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.