
- Endamên Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner bertek nîşanî êrişên li ser Rojavayê dan û diyar kirin ku ev êriş bi piştgiriya Tirkiyeyê û erêkirina DYA’yê pêk tên û ev yek şirîkatiya sûc e. Hunermendan got ku Rojava rûmeta mirovahiyê ye û divê ev rûmet were parastin.
MEHMET GULEŞ / MA / MÊRSÎN
Êrişên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ji 6’ê Çileyê ve li ser Rojava dewam dikin. Gel li her çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê li dijî êrişan seferberî ragihand. Çalakiyên Kurdan li gelek deran berdewam dikin, herwiha bertekek jî ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner ya Mersînê hat.
Hunermenda endama înîsiyatîfê Gulhan Bîşengê destnîşan kir ku ji ber ku Şoreşa Rojavayê şoreşekî jinê ye, jin di navenda êrişan de ne. Gulgan Bîşengê anî ziman ku şoreşa Rojavayê ya ku jinan bi kedekê mezin ava kiriye, li hemberî van êrişan gav paşde navêje. Gulhan Bîşengê rîska belavbûna tarîtiya DAIŞ’ê ya li tevahiya cîhanê ya di sala 2014’an de bi bîr xist û anî ziman ku welatên cîhanê yên wê demê ji gefên li ser sînorên xwe ditirsiyan, îro nabe ku çavên xwe ji nirxên hatine afirandin re bigirin. Gulhan Bîşeng wek hunermendekê jin diyar kir ku êriş hemû qadên jiyanê, jinan û heta ajalan jî hedef digirin û bang li hunermendên cîhanê kir ku heke naxwazin tarîtî cîhana wan jî dagir bike, divê bibin xwedî hestiyarî û dengê xwe bilind bikin.
‘Werin em rûmeta mirovahiyê rizgar bikin’
Hunermend Kadîr Çat anî ziman ku armanca bingehîn a kesên vî şerî dimeşînin, astengkirina azadiyê ya Kurdistanê ye. Çat bi bîr xist ku şerê dijwar ê berî 15 salan li Kobanê bi serkeftina Kurdan bi dawî bû û diyar kir ku îradeya Rojavayê nayê şikandin. Çat destnîşan kir ku Rojava îro bûye dil û navenda cîhanê û got, dema ku DAIŞ’ê li Ewropa û Tirkiyeyê komkujî dikirin, gelê Rojavayê rûmeta mirovahiyê rizgar kir. Çat bêdengiya îro wekî “durûtî” bi nav kir û banga xwe ya li gelên Ereb, Tirk, Suryanî û Durzî wiha anî ziman: “Werin ji bo Rojavayê bibin yek. Werin em rûmeta mirovahiyê carekî din rizgar bikin.”
‘Emerîka şirîkê sûc e’
Nivîskar Adil Okay diyar kir ku ew li dijî êrişên komên HTŞ’ê yên li ser gelên li Rojavayê bi berpirsiyariya hunermendî hatine cem hev. Okay anî ziman ku wan heta îro li dijî nîjadperestiya li Afrîkaya Başûr, li dijî firotina Êzidiyan di bazarên koleyan de û li dijî qirkirina Îsraîlê ya li ser Filistînê her gav li cem mazlûman cih girtiye.
Okay bal kişand ser aliyê siyasî yê êrişan û da zanîn ku hişmendiya HTŞ’ê ji ya DAIŞ’ê ne cuda ye û bêyî piştgiriya Tirkiyeyê û erêkirina DYA’yê ev kom nabe xwedî hêzeke wusa. Okay bi bîr xist ku êrişên DAIŞ’ê berê li cihên mîna Pirsûs û Amedê zirar dabûn gelên Tirkiyeyê jî û got ku îro li Rojavayê li dijî Kurdan koçberkirinekî bi darê zorê hatiye destpêkirin. Okay got ku divê gelên Tirkiyeyê li cem gelê Rojavayê bisekinin û hişyarî da ku bêdengiya li vir dê bibe sedem ku zextên li nava Tirkiyeyê û êrişên li ser mûxalîfan hîn tundtir bibin.
‘Bihêzbûna Kurdan wan ditirsîne’
Dengbêj Ramazan Eren anî ziman ku hêzên navneteweyî naxwazin tu gelek bi rastî bi hêz bibe û bi taybetî ji yekbûna gelê Kurd ditirsin. Eren diyar kir ku ev êriş berevajî armanca wan, dibin sedema yekbûna gelên li her çar parçeyên Kurdistanê û destnîşan kir ku wekî berxwedana Kobanê, ew ê dîsa bi ser bikevin. Eren got ku dewletên wekî Ewropa, Amerîka û Fransayê ne mafên mirovan, berjewendiyên xwe diparêzin. Eren anî ziman ku divê Barzanî û aktorên din daxuyaniyên piştgiriyê ne tenê di gotinê de bihêlin û derbasî pratîkê bikin.
‘Hêzên emperyalîst ji bedewiyên Rojava aciz in’
Wêneger Arîf Kiliç jî diyar kir ku êşên herî giran ên ku pergala kapîtalîst û emperyalîst a hov bi gelên cîhanê dide kişandin, îro li Rojava tên jiyîn. Kiliç anî ziman ku rexmê hemû zextan, bedewiyên ku li Rojavayê şîn hatine, hêzên emperyalîst û hevkarên wan nerehet kirine. Kiliç destnîşan kir ku rêya xelasiya ji vê xitimandinê, hûnandina têkoşîna hevpar a hemû neteweyên bindest û piştevaniya bi gelê Kurd re ye.















