Li têkoşînê xwedî derkevin

Nûçeyên Çand/Huner

În 23 Çile 2026 - 00:27

  • Hunermendên ku bertek nîşanî êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava dan, diyar kirin ku ragihandina seferberiyê rewa ye û ev bang kirin: “Werin em li hemberî hovitî û wehşetê, di çarçoveya têkoşîna man û nemanê de xwedî li berxwedanê derkevin.”

OMER ÎBRAHÎMOGLU / MA / STENBOL

Bertekên li dijî êrişên Heyet Tahrîr Şam (HTŞ), DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava berdewam dikin. Duh, bi pêşengiya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) gelek hunermend û saziyên çandê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin. Hunermend Erdogan Emîr, ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner Abdullah Uysal û endamê Koma Muzîkê ya Golgedekîler Ferît Şeker ku beşdarî daxuyaniyê bûn, der barê êrişan de ji ajansa me re axivîn.

Hunermend Erdogan Emîr diyar kir ku di vê pêvajoyê nirxên mirovahiyê tên tunekirin û jiyana mirovan di bin metirsiyê de ye. Emîr destnîşan kir ku tevgerên cîhadîst ên ku li seranserê Sûriyeyê tu ked nedane, rêz nedîtine, baweriya civakê bi dest nexistine û xwedî kiryarên nebaş in, ji aliyê hêzên emperyal û pergala cîhanê ya nû ve, hatine qadê. Emîr anî ziman ku li hemberî vê rewşê berxwedana gelan a ji bo parastina qadên jiyanê û navendên nirxên xwe, berxwedanekî rewa ye. Emîr reva kir ku ev operasyona ku bi Elewî û Durziyan dest pê kir û di qonaxa dawî de berê xwe da gelên Rojava, nayê qebûlkirin. Herwiha Emîr destnîşan kir ku cihê xemgîniyê ye ku statûya Rojava ya ku di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de berdêlên giran dabûn neyê parastin. Emîr da zanîn ku ev pêvajo nîşan dide ku wijdanê Ewropayê û sozên demokrasiya burjûva di rastiyê de çiqas li ser berjewendiyan hatine avakirin.

‘Berxwedaneke rewa ye’

Emîr diyar kir ku divê mirov li her derê xwedî li nirxên xwe derkevin û ev tişt got: “Daxwaza me ew e ku ev êş tavilê bê rawestandin, xemgînî ji holê rabe û mirov li qadên jiyanê yên xwe dîsa jiyana xwe ya mafdar bidomînin. Li ku derê mirov hebe, berpirsiyariya parastina nirxên xwe jî heye. Ji ber vê yekê berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedanekî mafdar e. Ya ku vê rewşê rewa dike jî êrişên ku lê tên kirin e.”

Banga berpirsyariyê

Emîr wiha pê de çû: “Ez li vir ne tenê bang li hunermendan, bang li wijdanê hevpar a mirovan dikim. Ji ber ku hunermend jî perçeyekî vê civakê ye. Bêguman dibe ku hestên wan gurtir bin; lê divê mirov bang li wijdan û cîhana hişê rastîn a mirov bike. Divê mirov bi vê rastiyê re rû bi rû bibe û li hemberî vê bêdeng nemîne. Ev koma tarî tu tiştekî wê ya erênî nîn e ku bide cîhanê û mirovahiyê. Ji ber vê yekê, em bêdengnebûna li hemberî vê, parastina rastiyê û sekna li gel rastiyê wekî berpirsiyariyekê dibînin. Ez bang li her kesî dikim ku berpirsiyariyê li xwse bigire.”

‘Xelkê Kurd qir dikin’

Abdullah Uysal ê ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner diyar kir ku li Rojhilata Navîn hevsengî diguherin û ev yek bi destê komên cîhadîst ên li herêmê tê kirin. Uysal anî ziman ku Tirkiye êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê “koordîne” dike û wiha axivî: “Em gavên dilpak ên wekî hevdîtinên aştiyê û rewşa PKK'ê ya danîna çekan li Tirkiyeyê erênî dibînin û girîng dibînin. Di 20'ê Îlonê de banga me ya 'Civakîkirina aştiyê' hebû. Lê em dizanin ku aştî ne li ser maseyan, li cihê ku dibe civakî tê avakirin. Niha em dibînin ku aştî ji aliyê gelan ve nayê nîqaşkirin, bi destwerdanên ji derve û bi rêya komên çete tê meşandin. Em dibînin ku ne tenê li ser gelê Rojava, li ser hemû gelan gefa qirkirinê heye. Divê em bi berhemên xwe û bi gotinên xwe di vê pêvajoyê de cih bigirin. Dibe ku em bi tena serê xwe nikaribin tiştekî bikin, lê înîsiyatîf hene, saziyên çandê hene. Gelek der hene ku em dikarin gotina xwe lê bibêjin. Heta em rêxistinkirî nebin, em ê bi xetereya tunebûnê re rû bi rû bimînin. Dema em li dora gelê Rojava birêxistin bibin, ev ê ne tenê ji bo azadiya gelê Rojava, di heman demê de ev ê bibe azadiya huner, zanist û ekolojiyê. Ji ber ku tiştek ji hev ne serbixwe ye. Ruhê Kobanê girîng e; ji ber ku Kobanê hêviyek bû ku ji bo guhertina hin tiştan . Niha em di qonaxeke krîtîk de ne. Gelê Rojava ne bi tenê ye.”

‘Em destkeftiyên li wir biparêzin’

Endamê Koma Muzîkê ya Golgedekîler Ferît Şeker diyar kir ku ev êriş pêvajoya valaderxistina destkeftiyên gelê Kurd e û anî ziman ku gelê Rojava li hemberî vê rewşê di nav berxwedanê de ye. Şeker anî ziman ku banga seferberiyê ya ji bo gel ji bo parastina destkeftiyên li wir e û wiha got: “Parastina destkeftiyên li wir hêja ye, ji ber ku ev têkoşîna man û nemaê ye. Êriş ne tenê jiyana li wir, hemû erdnîgariyê dixe bin metirsiyê. Ev rewş dê rê li ber hilberînên hunerî yên li wir jî bigire. Banga me ji bo hemû hunermendan ev e; li hemberî vê hovitî û wehşetê, di çarçoveya têkoşîna man û nemaê de divê xwedî li vê berxwedanê derkevin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.