Koçberiya ji Iraqê zêde dibe
Duşem 29 Kanûn 2025 - 03:17

Berpirsa Ragihandinê ya Dezgeha Lûtke Mardîn Hemîd da zanîn ku koçberiya ciwanan sal bi sal zêde dibe û got; “Îsal nêzîkî 31,420 kes koçber bûne. Ji van %70-75 welatiyên Herêma Kurdistanê ne. Di 10 salên dawî de zêdetirî 794 hezar kesan li Ewropayê ji bo penaberiyê serlêdan kirine.”
Ji ber nakokiyên di navbera rayedarên Herêma Kurdistanê, bê îstîqrariya herêmî, bêkarî û nebûna derfetên kar ji aliyê hikûmetê ve, koçberiya ciwanan zêde bûye. Di encamê de, her sal bi sedan ciwan welatê xwe diterikînin û li welatên Ewropayê dibin penaber. Di derbarê vê de, Ajansa Lûtka rêjeya koçberiyê û sedemên koçberiya welatiyan eşkere dike.
Berpirsa Ragihandinê ya Dezgeha Lûtke Mardîn Hemîd da zanîn ku koçberiya ciwanan sal bi sal zêde dibe û wiha pê de çû; “Îsal nêzîkî 31 hezar û 420 kes koçber bûne. Ji van %70-75 welatiyên Kurdistanê ne, ku piraniya wan ciwanên di navbera 18 û 35 salî de ne. Bi taybetî li îdareya Raperînê, piraniya ciwanan koçberî derveyî welat bûne.”
Her wisa Berpirse Projeyên Dezgeha Lûtke Bahoz Berzan derbarê mijarê de ev tişt got: “Dezgeha me bi aliyên peywendîdar re li ser xetê ye da ku pêşî li koçberiya neqanûnî bigire û ciwanên me nekevin ser vê rêya zehmet û dijwar. Her wiha, dezgeha me di vegerandina ciwanên ku dixwazin vegerin an jî vegerandina cenazeyên ciwanan bo malbatên wan dixebite. Her wisa rayedarên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî di dozan de hevkariyê dikin. Em metirsiya koçberiya neqanûnî bi rêya medyaya civakî û minberên mizgeftan di nav civak û ciwanan de belav dikin da ku pêşî li koçberiya neqanûnî bigirin."
ROJNEWS/PERÊZ REMEZAN















