Koma Amed konsera Enqereyê betal kir

Nûçeyên Çand/Huner

În 23 Çile 2026 - 00:20

Koma Amed, konsera xwe ya li Enqereyê ji ber êrîşên li ser Rojava betal kir. Koma Amed, bi daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî ragihand ku konsera 30ê Çileyê ji ber êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê / Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê betal kirin.

Di daxuyaniyê hat gotin;

“Hêja guhdarên Koma Amed, mixabin careke din em neçar in ku nûçeyeke betalkirinê bi xemgînî parve bikin. Dîsa em di pêvajoyeke dijwar û awarte re derbas dibin. Êşa me û hêviya ku em qet winda nekiriye bi hev re ne. Cîhan bi rûyê xwe yê herî qirêj dîsa dixwaze pêşî li ber têkoşîna bêhempa ya Kurdan bigire, dilê me bi wan re lêdide. Stranên me car caran îfadeya êşan in, car caran hêvî, car caran jî coşa berxwedanê ne… Car caran jî stran bêdeng dimînin da ku di dema rast û li cihê rast de bên gotin! Ev ne teslîmbûn e, ev baldariya ji bo mezinkirina hêvî û têkoşînê ye! Me bi dilekî mezin hevdu hembêz kir. Em ê hêvî û kela canê xwe geştir bikin da ku em bi agirê Newrozê careke din bigihîjin hev.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.