
- Festîvala Fîlman A Berlînê (Berlinale) ya ku ew ê cara 76'an were lidarxistin, filmên Pêşbaziya Fermî û beşa Perspectives ragihandin.
Di beşa pêşbaziya sereke ya festîvalê de ew ê îsal bi giştî 22 fîlm derkevin pêşberî temaşevanan. Di nav filmên ku hatine hilbijartin de filmên derhênerên wekî Kornel Mundruczo, Îlker Çatak, Emîn Alper, Angela Schanelec, Karîm Aînouz, Warwick Thornton, Anthony Chen û Hanna Bergholm cih digirin.
Ji 22 fîlmên di pêşbaziya sereke de 20'ê wan dê li Berlînê promiyera xwe ya cîhanî bikin. Di nav van fîlman de tenê "Josephine" ya Beth de Araujo li Festîvala Sundance hatibû nîşandan. Her wiha "Wolfram" a Warwick Thornton jî sala buhirî wekî fîlma girtina Festîvala Fîlman a Adelaide hate nîşandan. Di hilbijartina pêşbaziyê de navên stêrk jî bala xwe dikişînin. Amy Adams, Brett Goldstein, Hiam Abbass, Anders Danielsen Lie, Channing Tatum, Gemma Chan, Juliette Binoche, Tom Courtenay, Sandra Hüller, Callum Turner, Riley Keough, Jamie Bell, Elle Fanning, Pamela Anderson û Rupert Grint di nav lîstikvanên fîlmên ku îsal li Berlînalê pêşbaziyê dikin de cih digirin.
Alîyê girîng ê din ê hilbijartinê jî temsîla derhênerên jin e. Îsal ji fîlmên di pêşbaziya sereke de neh fîlm ji aliyê jin an jî hevpar ji aliyê jin ve hatine çêkirin. Ev hejmar sala buhirî heşt, du sal berê jî şeş bû. Di edîsyona 76'an de ku di bin rêveberiya derhênerê festîvalê Tricia Tuttle de duyemîn festîvala wê ye, beşa Perspectives jî cara duyemîn bi temaşevanan re tê gel hev. Di vê beşê de 13 fîlm hene û 11 ji wan dê promiyera xwe ya cîhanî bikin.
‘Li ber agirê sînemayê germ bibin’
Di axaftina vekirinê de Tricia Tuttle bal kişand ser girîngiya ezmûna salona sînema û got ku çûyîna sînemayê "ji bo cîhana karsaziyê, hemû pîşesaziya fîlman û pêşeroja hunerê pir girîng e". Tuttle temaşevanan vedixwîne ku "li ber agirê sînemayê germ bibin" û got ku ji bo sînema serbixwe bijî, hemû pîşesaziyê divê bi hev re tevbigerin.
Fîlma vekirina festîvalê wekî ku berê hate ragihandin, "No Good Men" a Shahrbanoo Sadat e. Festîvala Fîlman a Berlînê dê di navbera 12–22'ê Sibatê de pêk were; European Film Market (EFM) ku bi festîvalê re hevdem e jî dê di navbera 12–18'ê Sibatê de were lidarxistin. Serokatiya jûriya pêşbaziyê dê ji aliyê navê mezin ê sînemavanê Elmanî Wim Wenders ve were kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
* * *
Kêliyên destpêkê yên pitikan
Wênekêşa ciwan Mufîda Gourgab, hemû saetên rojê bi mijûlbûna bi bebikên nû çêbûne, pêlîstokên wan û bi cilên wan ên taybet ku bi destan hatine çêkirin derbas dike. Ew wêneyên pitikan ango destpêka hatina cîhanê bi wêneyên ku nayên jibîrkirin mayînde dihêle û bi gotinên; “Peywira min yek ji pîşeyên herî bi nirx ê cîhanê ye lewre tam li gorî hezkirina min e û ya herî girîng jî ji aliyê manewî ve min têr dike.” Wênekêşa ciwan a Cezayîrî Mufîda Gourgab beriya 7 salan, dest bi vî karê kiriye. Tevî ku beşa dermanxeneyê xwendiye jî wê nizanibû ku dê rojek bi bebikên ku wan bi gotinên; “melaîketên rûyê erdê” binav dike têkildar bibe û bîranînên wan bi wêneyên zindî belge bike.
Hem dayîktî hem jî xwendina zanîngehê pir zor bû
Mufîda Gourgab got ku gavên têkildarî wênekêşiyê piştî welidîna keça xwe ya mezin avêtiye û diyar kir ku ji bo wêneyên pitikê bikşîne li studyoyên ku wêneyan dikşînin geriyaye lê nedîtiye.
Mufîdeya ku li Cezayîrê xwendekara beşa dermanxaneyê ye, diyar dike ku hem dayîktî hem jî xwendin pir zor derbas bûye. Her wiha behsa têkoşîna jineke ku bi pirsgirêkên civakî re têdikoşe û karê xwe ava kiriye dike û wiha dibêje: “Yek ji zoriyên herî mezin ên wê pêvajoyê ew bû ku min bi riya medyaya dîjîtal û wêneyên bi qelîte projeya xwe da nasîn. Min xwest mirovan teşwîq bikim ku bi wêneyên rojên pêşîn ên pitikan bi wêneyan belge bikin.”
‘Ez ji xwezayê îlham digrim’
Daxwaza Mufîda Gourgab, ew e ku taybetmendiyên rastîn ên bebikan, bi wêneyan nemir bihêle. Ji dekorasyonên zêde dûr di wêneyan de sadebûnê tercîh dike lewre difikire ku sadebûn, xweşikbûn û sadebûna pitikan derdixe hole. Ji xwezayê carna jî ji mehsûmiyetê îlham digre û wiha dibêje: “Ez rengên sade tercîh dikim. Bi taybetî, di wêneyên pitikên nû jidayîkbûyî de van rengan, hesta sikûnet û nermahiyê didin. Dema ku zarok dibin yeksalî jî dayîk di hilbijartina temayê de zêdetir dibe xwedî gotin. Ez carna pêşniyaran dikim carna jî li gorî daxwaza dayîkek dekoran amade dikim. Di warê aksesuaran de jî ji hunermendên herêmî cih didim perçeyên ku bi destan hatine çêkirin û xweser in. Aksesuraên din jî ji bi ku bi qelîte bin, ji derveyî welat temîn dikim lê her dem a esasî ji bo min ewlehî û rehetiya bebikan e.”
RABÎA XERÎS/ JÎNHA/CEZAYÎR
* * *
Karên Ai Weiwei cara yekem li Hindistanê ne
Li peytexta Hindastanê ya Delhîya Nû yekem pêşangeha kesane ya Ai Weiwei ya ku huner û rexneya siyasî li hev tîne, vebû. Pêşangeh, ji 20 salên kariyera hunermendî yê cihêreng ê wî berhemên cuda digire nav xwe.
Hunermendê çînî yê muxalîf Ai Weiwei, li başûrê paytexta Hindistanê Delhîya Nû, li cihê Nature Morte yê Dhan Mill, yekem pêşangeha xwe ya kesane vekir.
Pêşangeha ku di 15ê Çile de bi hezkiriyên hunerê re hatibû pêşwazîkirin, peyker, enstalasyon û berhemên bi teknîkên tevlihev ên ku zêdetirî 20 salên kariyera Ai Weiwei nîşan didin, li hev dicivîne. Herwiha berhemên ku wekî rêznameyeke kesane ji Hindistanê re hatine afirandin jî di pêşangehê de cih digirin.
Ai Weiwei yê 68 salî, bi tevlihevkirina hunerê bi rexneya siyasî re li seranserê cîhanê tê naskirin. Ji bo Olîmpiyadên 2008’an li Pekînê, jî tiştên balkêş sêwirand. Piştî wê, hikûmeta Çînê bi eşkere rexne kir. Ev helwesta wî, bû sedem ku di sala 2011’an de 81 rojan bikeve hepsê û girtî bimîne.
Pêşangeh heta 22ê Sibata 2026’an vekirî ye û dikare were ziyaretkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN







