Raperîna xelkê dewam dike
În 27 Çile 2023 - 00:09
Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pêkirî, tevî kuştin, darvekirin, êşkence û girtinan jî dewam dike. Li Tehranê û Îsfehanê çalakiyên li dijî rejîmê dewam kirin.
Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku dadgeha Îranê 17 sal ceza li melayê mizgefta Xatim Enbiya ya li bajarê Ciwanro, Seyfula Hisên biriye. Mela Seyfula bi hinceta hewldana dijî asayîşa nîştimanî ya Îranê, propagandaya dijî desthilatê, tevlîhevkirina asayîşa giştî tê sûcdarkirin.
Mela Meulawî Ebdulhemîd Îslamî li ser medya dijîtal peyamek weşand û got; “Tundkirina ewlekarî, girtina welatî û melayan, ji bilî berfirehkirina xwepêşandanan ti encamek din bi xwe re naîne.”
Ji ber stran got hat girtin
Li gorî malpera Komaleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Dadgeha bajarê Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber stranek ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gotiye 2 sal cezayê girtîgehê, 2 sal qedexeya derketina derveyî welat û cezayê pereyan li hunermendê Kurd Mihemed Ebaszade birrî.
Hêzên rejîmê êrişê malbatan kir
Li bajarê Kercek malbatên kesên cezayê darvekirinê li wan hatine birrîn, li ber derê girtîgeha Fazil Hîsar ya li bajêr kombûn û xwestin cezayê darvekirinê yê ser zarokên wan were rakirin. Lê hêzên Îranê êrişî malbatan kirin û bi zorê ji derê girtîgehê dûrxistin.
33 rojnamevan girtî ne
Li gelek taxên Tahranê xelkê di nav malên xwe de bi derketina ser xaniyan dirûşmeyên li dijî rejîmê berz kirin.
Federasyona Navnetewî ya Rojnamevanan bi daxuyaniyekê banga azadkirina 33 rojnamevanan ku di dema xwepêşandanê de hatine girtin kir.
NAVENDA NÛÇEYAN