Qulingê Serhedê; dengbêj Zahiro

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Hezîran 2024 - 00:23

LORÎNA MARKASÎ

Hemîd Ûrmiye pirtûkek li ser dengbêj Zahiro nivîsandiye. Navê xwe “Qulingê Serhedê” ye. Sala 2023an li Enqereyê di nav weşanên Nûbiharê de çap bûye.

Hemîd Ûrmiye jiyan û stranên Zahiro parve kiriye. Pirtûkê de ev 17 stranên Zahiro wek nivîskî hatine weşandin: Mirin Hebûya Kalbûn Tunebûya, Kekê Xiyasedîn, Bavê Ehmed, Lo lo Lawiko, Husêyînê Orginosê, Suwaro, Ay lê Delal, Dilê Min, Dîlber Dînê, Xêriya Hecî, Welatê Min e, Li min lo lo, Mala Ûsivê Seydo, Lo Dilo, Tobekar im û Emîne.

Kurtejiyana Zahiro

Nivîskar li ser kurtejiyana Dengbêj Zahiro van agahiyan dide: “Sala 1950’an li gundê Kinyada Farqînê ji dayîk dibe. 11 saliya xwe bi malbatî bar dikin û li bajarê Mûşê gundê Pîranê bi cîh dibin. (Rûpela 14) 15-16 saliya xwe dest bi stran gotinê dike. Yekemîn car dengê xwe li gel dengbêj mele Smaîlê Xaşiya Patnosê di mala kesekî bi navê Mûfîd de tomar dike. Piştî tomarkirinê qêrîna Zahiro di nava gund, bajar, dor, newal û çiyayên Serhedê belav dibe û dibe sterkek nû li nava asîmanê çanda kurdî de.” (R. 18)

Bîranînên Zahiro

Hemîd Ûrmiye bi zimanekî zelal bîranînên Zahiro jî nivîsandiye. Xwendewan di nav bîranînan de mêvaperweriya Kurdan, di nav gel de qadir bilindiya dengbêjan dibîne. Zahiro dengbêjên wek Reso, Husêyno, Şakiro, Îran Xanim û Tahiro jî nas dike. Nivîskar beşek daye bîranînên Zahiro bi dengbêjên mezin re. Zahiro sala 1992an neçar dimîne û mala xwe bar dike û li bajarekî Anatoliyê, li Aydinê bi cîh dibe. Hemîd Ûrmiye behsa zilma dewletê dike û dibêje: “Dengbêj Zahiro pir caran ji hêla dewleta Tirk ve hatiye girtin. Îşkence û bêhurmetî li wî kirin.” (R. 24)

Zahiro jî mînakek dide û dibêje: “Rojekê ez li Xinzora Jêrî ji bo şahiyekê diçûme Xinzora Jorî. Ev gund girêdayî Gimgimê ne. Di navbera herdu Xinzoran de ketim nava destê cendirmeyan. Dema ku zanîn ez dengbêj im û kilamên kurdî dibêjim hetanî ku ji dest wana hat ez êşandim. Nehêştin ez xwe bigehînim wê dawetê. Behaneya wan jî ev bû ku çima tu bi kurdî kilaman dibêjî, ne bi tirkî.” (R. 25)

Zahiro bavê 3 keç û 7 lawika ye. Navê lawê mezin Şakir e. Nivîskar axaftina Şakir jî girtiye û ev gotin bala xwendawanan dikşîne: “Em bi hesreta têrdîtina bavê xwe mezin bûn. Dengbêjiyê bavê me ji me dûr kiribû. Carinan 6, 4, 3 mehan me nedidît. Hesreta bavê min giran dibû û dema ku ez zarok bûm min ji dengbêjiyê nefret dikir. Piştî ku min girîngiya dengbêjiyê naskir ez bi bavê serbilind bûm. Ji bo min Zahirê bavê min şerefek mezin e.” (R. 71-72)

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.