QSD’ê bi xurtî bersiva komkujiyan da

Pêncşem 30 Çile 2025 - 03:05

QSD’ê li gelek eniyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiv da êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di encamê de 27 çete hatin kuştin û birîndarkirin, her wiha leşkerekî Tirk hate kuştin. Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bersivdayîna şervanan eşkere kir. Daxuyanî wiha ye:’’Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarê bakurê bendava Tişrînê dewam kirin. Roja sêşemê demeke dirêj derdora bendava Tişrînê bi çekên giran bombebaran kirin, lê ji ber bomberdûmanê ti ziyan çênebûn. Li eniya Qereqozaqê, li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şervanên me li dijî kombûnên çeteyan ên li Girê Newroz û Girê Qereqozaq û li dijî baregehên çeteyan li gundên Qebir Îmoû El-Hoşeriye gelek çalakî li dar xistin. Hate piştrastkirin ku di çalakiya li ser baregeha çeteyan a li gundê Qebir Îmo de 5 çete hatin kuştin û 10 çete jî birîndar bûn. Di çalakiya li ser baregeha El Hoşeriyê de jî 12 çete hatin kuştin û birîndarkirin. Her wiha li Girê Qereqozakê jî yekîneyên Şehîd Harûn nuqteyeke komên çeteyan hedef girtin û bi temamî hate rûxandin. Dagirkeriya Tirk dîsa li gelek gundên derdora pira Qereqozaqê bi dijwarî êrişên asmanî pêk anî, li van herêman gundên Xeseq El Tîna, Bîr Heso, Malha, Dîkan, Qereqozaq û Balafirgeha Sirînê û Girê Sêvî li başûrê Kobanê hatin bombebarankirin, her wiha çeteyan jî 180 topê avêtin wan deveran, di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Leşkerekî Tirk hate kuştin

Dagirkeriya Tirk bi zanebûn sivîlan li bajar, gund û bajarokan dike hedef. Roja Sêşemê, komkujiyek hovane pêk anî, ku di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn. Firokeyeke bê mirov bazareke bajarê Sirînê li başûrê Kobanî bombebaran kir, di encamê de 12 sivîl şehîd bûn û 13 jî birîndar bûn, di nav şehîdan û birîndaran de zarokên biçûk hebûn. Di çarçoveya parastina rewa de li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarokên Eyn Îsa û Zirganê, hêzên me çalakiyek serketî li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker li gundê Til Mihemed li gundewarê bajarokê Zirganê  lidar xist. Di encamê de hat piştrastkirin ku serbazekî dagirkeriyê hat kuştin û yek jî birîndar bû. "

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.