Qesra Merwaniyan di nav bedana Amedê de

Duşem 20 Kanûn 2021 - 22:27

  • Bi lêkolînên di bin rêveberiya pisporê Dîroka Merwaniyan, Dr. Erefat Yaz de Qesra Merwaniyan di nava bedena Amedê de hat vedîtin.

Bi lêkolînên di bin rêveberiya pisporê Dîroka Merwaniyan, Dr. Erefat Yaz de Qesra Merwaniyan di nava bedena Amedê de hat vedîtin. Qesr beriya qederê 1000 salan hatiye avakirin. Hê jî xebatên derxistina holê ya qesra dîrokî dewam dikin. Dr. Erefat Yaz dixwaze demildest ji bo vedîtin û parastina berhemên weke vê qesrê, komîsyonek were avakirin.

Di nava bedena Amedê de 18 jê di nava kelehê de 82 jî li derveyî kelehê, 100 birc hene. Qesra Merwaniyan a nû hatiye dîtin jî di nava birca 75´an de ye. Qesr di Keleha Navîn de li aliyê bakurrojhilat e û qesra Xudkarê Merwaniyan Ebu Tahir Yûsif bin Dimne ye.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.