ROJÎN GULÊ / DENDERLEEUW
Qeladizê li Başûrê Kurdistanê bajarekî Kurdan e û li ser sînorê Îranê ye. 20 km dûrî sînor e. Li kêleka çiyayên Qendîl û Zelê ye. Qeladizê sala 1948’an girêdayî Silêmanî bû. Qeladizê niştecihek e ku ji berê ve di bin serweriya YNKê de ye.
Der barê Komkujiya Qeladizê de me ji rojnameger Karzan Alî Osman agahî girtin.
Sala 1974’an komek pêşmerge (ku sala 1975’an bûne partî û nav kirin YNK) bajar rizgar kirin. Li ser vê yekê gelek kesên ji bajarên derûdorê xwestin ku tevlî şoreşê bibin û bi malbatên xwe re hatin Qeladizê. Wê demê artêşa Seddam Husên eniyên cuda li dû hev dişikest. Saddam dixwest ku hindek nefesê bide artêşa xwe. Bi vê armancê hat Kurdistanê û li Hacî Umranê bi Mistefa Barzanî re hevdîtinek pêk anî. Pêşniyara diyalogê kir û vegeriya Bexdayê.
Bombeyên Napalm Dibarin
Piştre rayedarên dewletê û rêberên pêşmergeyan danûstandinên xwe berdewam kirin. Di dema ku muzakere dewam dikirin, 24’ê Nîsana 1974’an balafirên rejîma BAAS a Iraqê êrîşî bajarê Qeladizê kirin. Balafiran 500 kîlo bombeyên napalm avêtin bajêr. Di encama bomberdûmanê de 163 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 300 kes jî birîndar bûn. Di nava wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane de welatiyên Qeladizê, welatiyên ku tevlî şoreşê bûne û xwendekarên zanîngehê jî hebûn.
Bajêr Weran Dikin
Rejîma Baas a Iraqê 20’ê Hezîrana 1989’an êrîşî bajêr kirin. Hêzên rejîmê xelkê Qeladizê ji bajêr derxistin û bajêr weke “Herêma Qedexe” îlan kirin. Wan gel birin du kampên mezin û dora wan dorpêç kirin. Piştre bi bombeyan xanî, dezgehên fermî, nexweşxane û mizgeftên Qeladizê xera kirin û bajar wêran kirin. Piştî Serhildana 1991’ê gel vegeriya Qeladizê û bajar ji nû ve ava kir.