Posterekî dînamîk ê çûkan

Nûçeyên Çand/Huner

În 24 Mijdar 2023 - 00:23

Beriya ku fotograf were îcadkirin, nebat û heywan bi destê îllûstratoran dihatin qeydkirin. Hunermend û ornîtologê Ingilîz John Gould di sedsala 19’an de biryarê dide cureyên çûkên vizvizok -çûkên hûrik ên ku weke mozan xwe ji nektar û şekrê kulîlkan û polenan têr dikin-, qeyd bike. Ji bo vê jî John Gould dest bi gerê dike. John Gould ji bo ku karibe van çûkên vizvizok bi awayekî rast bişopîne û çavdêriya wan bike, li seranserê Emerîkayê geriya. Wî piştî hewldanên bi salan di dawiyê de 360 cureyê van çûkên vizvizok, qeyd kirin. Wî ev cûreyên çûkan ne ku tenê qeyd kirin, wî her wiha li ser plakên lîtografîk resmên wan ên rengîn jî çêkirin.

Navê çûkê vizvizok li vê cûreyî hatiye kirin, ji ber ku per û baskên xwe pirr bi lez li hev dixe gava difire û dengê vizînê yên weke firrîna mêşên hingiv ji wan tê. 

John Gould xebata xwe ya di vî warî de di 5 bergan de kom kir û navê “A Monograph of the Trochilidae” (Nivîseke li ser çûkên vizvizok) li van bergan kir. Her resmekî di van bergên kitêbê de cih digire, bêhempa ye. Lê Nicholas Rougeux ev lîtografiyên ku resmên çûkan li ser in, pirr bi baldarî restore kiriye, esas, ev resm xweşiktir in ji yên berê. Wî resmên John Gould weke posterên dînamîk hazir kiriye û xelk bi vî awayî dikare xweşiktir van çûkan bibîne û nas bike.

Nicholas Rougeux dide zanîn ku xebata John Gould di vî warî de xebateke yekta ye û dibêje; “Di warê îllûstrasyonên ornîtolojîk (zanyariya çûkan) de nimûneyeke bêhempa ye. Di heman demê de ev cîldên hanê di warê zanistî de jî weke şaheser tên qebûlkirin. Di serê pirtûkê de lîsteya 416 çûkan hebû. Bi rêya arşîva înternetê min xwe gihand van resman û min ev resm bi awayekî zindî nîşan dan. Ev proje ji bo min projeyeke girîng bû.”

John Gould di navbera salên 1849 û 1887’an de ev berhem çap kiribûn. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.