Tobias Rahim stranbêjekî fenomen ê Popa Danîmarkî ye. Di straneke ya vê dawiyê de jî behsa Kurdê li Kopenhagenê dikir (kurder i københavn). Di nava stranê de jî çend caran “were pismam” û “were pismam”a wî bû.
Tobias Rahim li cem dayika xwe mezin bûye. Bavê wî ji ber ku pêşmergetî kiriye, bi nexweşiya stresa piştî trawmayê ketiye û ji bo wî ew di zarokatiyê de hazir nebûye. Axir ji sala 2021´ê ve li Danîmarkê bi album û singlê xwe yek ji muzîkjenên herî serketî û navdar e. Di muzîka xwe û gotinên wê de bi awayekî ecêb ew meydana arîşeyan a di navbera cinsiyeta civakî, cins û rexneya kapîtalîzmê de îfade dike.
Axir, pêr New York Timesê di beşa xwe ya muzîkê de dosyayeke fereh jê re veqetand. Sernivîsa dosyayê wiha ye: A Restless Star Makes the Case for Danish-Language Pop (Stêrkeke naweste Pop a bi zimanê Danî derdixe pêş). Spota dosyayê jî wiha ye: Tobias Rahim li Danîmarkê fenomenek e. Niha ew dixwaze muzîka welêt navneteweyî jî navdar be.
Gelo çarenûsa Kurdan e ku muzîka bi zimanê xelkê li dinyayê navdar bikin? Bi her halî Tobias Rahim Kurdbûna xwe venaşêre. Dîsa jî ecêb e ku ew muzîka “Pop”ê ya bi zimanê Danî li dinyayê navdar bike û ne ya bi zimanê xwe.
NEW YORK