Akademiya Hozan Serhed hat vekirin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 3 Hezîran 2024 - 00:08

Bi pêşengtiya Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, cara yekemîn ji bo fêrkirina esrtrumanan akademiyek bi navê Şehîd Hozan Serhed hate vekirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) her sal di betlaneya havînê de ji bo xwendevan û ciwanan dewreyên fêrkirina estrumanan tê vekirin. Di heman çarçoveyê fêrkirina estrumanan de, îsal dibin pêşengtiya Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya wargehê de akademiyek bi navê Şehîd Hozan Serhed hat vekirin.

Di merasîma vekirin akademiyê de, endama Koma Meryem Xan Dayê Besê Budak axaftinek kir û got: “Em mîrasê ku şehîd Devrim ji me re hêlayî li erdê nahêlin û ji bo wê jî, wê zarok û ciwanên me li akademiya Şehîd Serhed perwerdeyê bibînin. Ji bo vê em jî dibêjin akademiya Şehîd Serhed ser xêrê be, pîroz û serkeftin be.”

Piştî axaftinê qurdele hat birîn û xwendevan û ciwan derbazî nava akademiyê bûn.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.