PKK ne terorîst e

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 21:27

  • Li Belçîkayê Konseya Dozên Biyaniyan, li hemberî biryarên şexsî yên kesên biyanî bi miracaetên temyîzê elaqedar dibe. Wê got, “PKK ne rêxistineke terorîst e.”

MAXÎME AZADÎ / ANF/BRUKSEL

Li Belçîkayê Konseya Dozên Biyaniyan, li hemberî biryarên şexsî yên kesên biyanî bi miracaetên temyîzê elaqedar dibe. Wê got, “PKK ne rêxistineke terorîst e.”

Ji ber sûcdariyên razber ên ku îstîxbaratê kiribû û ti bingehê wan ê darîçav nebû, hatibû xwestin ku mafê daxwaza penaberiya siyasî ya penaberekî were betalkirin. Li hemberî vê biryarê, li Konseya Dozên Biyaniyan îtîraz hatibû kirin.

Konseyê got, “PKK ne rêxistineke terorê ye, lê ji bo sûcên şer ên dibe ku pêk werin, berpirsyariya şexsî dimîne.”

Konseyê diyar kir ku bi hinceta ku kes li welatê ku hemwelatiyê wê ye, tevlî fînansmana PKK’ê bûye nabe ku biryara penabertiya siyasî ya wî kesî were betalkirin.

Pişta biryara dadgehê girt

Di biryarê de hate gotin “Konsey xwe dispêre çavkaniyên agahiyên cihê yên ku derbarê çawanî, avadanî, rêxistinkirin, çalakî û rêbazên PKK’ê de jê re hatine pêşkêşkirin, diyar dike dema çalakiyên vê rêxistinê werin nirxandin, wê were dîtin, nabe ku wekî terorîst were pênasekirin.”

Konseyê diyar kir ew jî bi fikra biryara li ser PKK’ê ya Dadgeha Temyîzê ya Brukselê re ye.

Dadgeha Temyîzê biryara di 28’ê Çileya 2020’an de ya ku Dadgeha Îstînafê di 8’ê Adara 2019’an de, qebûl kiribû. Daraza Belçîkayê diyar kiribû PKK ne rêxistineke terorîst e û nabe ku li gorî qanûnên navneteweyî were dadgehkirin.

Penaberê Kurd ê ku navê wî nehat eşkerekirin, sala 2012’an doza penaberiyê kiribû, piştî salekê jî ev daxwaz hatibû qebûlkirin. Komîseriya Siyasî ya ku mafê statuya siyasî dabû penaber, xwe spartibû îddîaya ku îstîxbaratê pêşkêş kiriye û statuya penaberî betal kiribû.

Selma Benkhalîfa parêzera wî penaberî ye. Wê got, ev yek li dijî mafê parastina siyasî êrişek e û li dijî Peymannameya Cenevreyê ye.

Parêzer Benkhalîfa got, dibe ku MÎT’a Tirk ev îddîa dabe îstîxbarata Belçîkayê û wiha dewam kir: “Ti delîl tine, bi tenê guman hene. Ji bo ku vî penaberî aciz bikin, li gorî daxwazên Tirkiyeyê tevdigerin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.