PKK nabe ku di lîsteyê de be

Sêşem 16 Mijdar 2021 - 23:27

  • Parlamenterê Misrî, Atêf Mixawirî bang kir da ku PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin.

Parlamenterê Misrî, Atêf Mixawirî bang kir da ku PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin. Parlamenter û cihgirê serokê giştî yê Partiya Tegamû, Atêf Mixawirî wekî din xwest, parêzvanên azadiyê hemû ji bo ku PKK ji vê lîsteyê bê derxistin, têbikoşin. 

Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin, pêr bi daxuyaniyekê ragihand ku 26`ê Mijdarê ew dest bi kampanyaya hashtagê dike.

Parlamenterê Misrî Atêf Mixawirî jî li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal peyamek weşand û bang kir da ku PKK ji ‘lîsteya terorê’  bê derxistin.

Atêf Mixawirî got, “Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Tirkiyê îfadeya çalakiya hêzên şoreşger e ku têkoşîna siyasî ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd li Tirkiyê bilind dike. Her wiha ji hêzên siyasî yên Tirkiyê û li ser asta cîhanê tê xwestin ku rê bidin û derfetê bidin PKK´ê li Tirkiyê hebûna xwe diyar bike...

Ji ber vê yekê, ji bo hêzên piştgirê bidestxistina maf û daxwazên gelan ên ji bo azadî û rizgariyê, derxistina navê PKK´ê ji lîsteya terorê, karekî bingehîn e.

Ji ber vê yekê ez bi hemû îmkanan re hevgir im bi wê yekê re ku PKK li Tirkiyê jî wek hêzên din mafê xebata siyasî heye. Ez bawer dikim ku têkoşîna wê têkoşîneke azadiyê ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.