PKK'ê şehîd Zinar bi bîr anî 

Şemî 20 Sibat 2021 - 01:12

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, gerîla Hayatî Er (Zinar) ê li Nisêbînê ji dayik bûye bi bîr anî ku Hezîrana 1989'an şehîd bû. 

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, gerîla Hayatî Er (Zinar) ê li herêma Garisa Girê Mêşa ya Botanê di sala 1989'an de şehîd bû bi nameyekê ya ji bo malbatê bi bîr anî.

PKK di nameyê de bi bîr dixe ku ji ber şert û mercan dereng maye xwe bigihînin malbatê û baweriya xwe tîne ziman ku wê malbatê rewşê fêhm bike û li ser şehîd Zinar weha dibêje: “Hevrêyê me yê ku egîd û rûmetdarê dozê û kurê we yê dildar Zinar, doza azadiya gelê Kurdistanê weke wateya yekemîn a jiyana xwe dîtiye, hevrêyê me ji roja tevlîbû heta roja şehîd ket, her dema xwe ji bo welatê me bigihîje azadiya xwe, ji bo gelê Kurd azad bijî û di nava gelê cîhanê de cihê xwe yê bi rûmet ku heq kiriye bigire, li hemberî gelê xwe, welatê xwe û Rêber Apo hezkirin û girêdanek mezin hîs kiriye û bi fedekarî xebitiye. Di Hezîrana 1989’an de, li herêma Garisa ya li Girê Mêşa ya girêdayî Botanê di encama şerê li hemberî hêza dewleta Tirk a dagirker de, bi qehremanî şer kiriye û tevlî nav refên şehîdên bê mirin bûye.

Serê hemû gelê Kurdistanê û yê we malbatê sax be."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.