PKK bû hêza jinan

În 18 Mijdar 2022 - 00:16

Ji fermandarên YJA Starê Jiyan Reşîd bi nêzîkbûna salvegera damezrandina PKK'ê axivî. Jiyan Reşîd bi bîr xist ku di dîroka Kurdistanê de li hemberî dewletê gelek serhildan çêbûne û di şexsê Zarîfe, Rindexan, Besê, Dayika Gulnaz de îşaret bi cihê jinan di nava têkoşînê de kir: "Di destpêka damezrandina PKK'ê de Rêberê me li gel hukmên civakî jî jinên Kurd tev li têkoşîna azadiyê kirin. Astengî û bendên mejiyê mêrsalar ê talanker bi têkoşîna îdeolojîk a Rêberê me hatin hilweşandin. Jina ku xizmeta şexsî ya ji bo mêr lê kiribûn bar, bi PKK'ê re êdî veguherî rastiya jinan a ji bo xwe têdikoşe. 

 

Bersiveke têr û tije bo jinan

Piştî ku jinên li Kurdistanê dest bi lêgerîna li bersiva pirsa 'divê mirov çawa bijî’ kirin, lêgerîna xwebûnê jî dest pê kir. Di destpêka PKK'ê de hevala Sara bi nasnameya jinê tev li nava têkoşînê bû, kir ku jinên Kurd û jin hemû bi armancên xwe ji dil tev li nava têkoşînê bibin. Ji ber vê yekê, PKK bi fikra Rêberê me û pratîka hevala Sara ji bo jinan hemûyan bû çavkaniya sûdwergirtinê ji bo azadiyê. PKK li her warê jiyanê ji bo pirsa 'divê mirov çawa bijî’ ji jinan re bû bersiveke bê hempa. Her wiha kesayetiya jinên Kurd a nû û azad, xwedî îrade şênber kir."

Jiyan Reşîdê got, jinên Kurdistanî jiyana ku lê digeriyan di nava PKK'ê de dîtine: "Jinên leheng ên kurdistanî îro di kesayeta YJA Starê de ji bo tevahiya jinên li cîhanê bûne çavkaniya hêzê, bi daxwaz û hêza xwe ya jinan li ser bingehê modernîteya demokratîk rêbaza jiyaneke nû bi rêxistin dikin.

Jinên Kurd bi têkoşîna xwe bûn mînak ji cîhanê re; vê yekê kir ku hêza xwe bi PKK'ê nas bike û niha xwe gihand cewhera xwe. Têkoşîna 50 salî ya PKK'ê, têkoşîna 30 salî ya artêşbûna jinan hem ji bo mirovahiyê hem jî ji bo jinan nirxên mezin afirandine. 

Têkoşîna YJA Star û HPG'ê ya li hemberî teknîk û madeyên kîmyewî, nîşaneya darîçav a vê yekê ye. Mîrateya berxwedanê ya ku PKK'ê afirand di nava milîtanên YJA Starê de baweriyeke mezin a bi azadiyê çêkir. Berxwedaneke weke ya hêzên YJA Starê li çiyayên Kurdistanê li hemberî faşîzma AKP-MHP'ê û pêlîstoka wê PDK'ê, di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin. Ya rastî, li hemberî ewqas teknîkê yekemcar e li cîhanê YJA Star hêza berxwedanê nîşan dide. Bi vê wesîleyê em bang li jinên ciwan hemûyan dikin da ku xwe bigihînin azadiyê, xwe bigihînin çiyê, faşîzmê hilweşînin, azadiya fizîkî ya Rêberê me misoger bikin û jiyana xwe ava bikin." 

BEHDÎNAN/ANF

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.