Piştî 15 salan dîsa bûn yek

Duşem 28 Mijdar 2022 - 16:45

Pêr êvarê bi daxuyaniyekê, Partiya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistan û Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşan a Kurdistan a Îranê bi fermî yekîtiya xwe ragihand.

Her du partiyan bi daxuyaniyekê ragihand ku Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistan û Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşan a Kurdistan a Îranê, piştî diyaloga sal û nîvekê, di 19’ê Mijdara 2022’yan de bûn yek.

Bingeha baregeha her du hizban jî li herêma Zirgiwêz a ser bi bajarê Silêmaniyê ye û ev her du partî zêdetirî 15 salan bû ku ji hev qetiyabûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.