Pisporê xwedî pêşhukm

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 11 Kanûn 2023 - 16:15

KIM RIGA / ANF / HAMBURG
    
Di doza li dijî Kenan Ayas de di rûniştina 5´ê Kanûnê de li pisporê heyeta dadgehê vexwendî hat guhdarîkirin. Li ser pirsa Kenan Ayas bixwe ya li ser têkiliya Erdogan û DAIŞ´ê pispor xwe vir de kir û wê de kir û di dawiyê de got, Ez naxwazim li ser vê mijarê şirove bikim. Lê esas tevahiya agahiyên mayî jixwe şirove bûn.  
Dewleta Elman bi îdîaya rêveberiya PKK´ê li herêma Hamburgê kiriye, kiribû ku Qibris siyasetvanê Kurd ê penaber, Kenan Ayas teslîmî wê bike. Niha Ayas li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hamburgê tê dadgehkirin. Dadgehê Dr. Gunter Seufert weke kesê pispor vexwend û 5´ê Kanûnê lê guhdarî kir. Seufert berê rêveberê Navenda lêkolînên pratîk ên Tirkiyeyê (CATS) bû û wî heta ku teqawît bûye jî şêwirmendiya serokwezîrên Elmanyayê kiriye. 

 

Behsa rabihuriya meseleya Kurdistanê kir

Pispor di warê dîrokî de xweşik bi meseleyê daket û got, Komara Tirkiyeyê ji soza xwerêveberiyê ya ji bo Kurdan vegeriyaye, li Dêrsimê û deverên din xelk qirr kiriye û siyaseteke legal li Tirkiyeyê ne mumkin e ji ber ku li aliyekî partiyên qanûnî tên qedexekirin û li aliyê din bi dozên weke “Doza KCK´ê” ev siyaset tê krîmînalîzekirin. Wî rola zilmê di derketina holê ya PKK´ê de û rola sîstema êşkencê ya li zindana Diyarbekirê di xurtbûna PKK´ê de ji bîr nekir.

Lê gava wî behsa sîstema KCK´ê û modela Rojava kir, pêşhukmên wî hemûyan xwe da der. Gelek caran li ser pirsan derkete holê ku tiştên dibêje, tenê şiroveyên wî ne û ti çavkaniya wî ji bo van şiroveyan jî nîne. 

 

Kenan Ayas jî ji pispor pirs kirin

Piştî ku dozger pirs ji pispor kirin, Kenan Ayas jî kite bi kite bi gotinên pispor daket û got, “Şaş e meseleya Kurd bi PKK´ê bê sînordar kirin.” Wî her wiha rave kir ka çima pispor gava tepisandina Serhildana Şêx Seîd weke şerê “dewleta neteweya modern a ciwan a Tirk” li dijî “eşîrên Kurdan ên dînî-muhafezekar” bi nav kir, esas şaşiyeke mezin dike. Pispor li ser vê got, ew ne dîrokzan e û dibe ku li ser meseleyê tesbît û şiroveyên cihê hebin.

Piştre Kenan Ayas ji pispor pirsî ka gelo ew bi wî re hevfikr e di wî warî de ku “Gava dewleta Netewe hat û Îslama siyasî xurt bû, milet ketin qirika hev li Rojhilata Navîn”. Pispor li ser vê qebûl kir ku li Rojhilata Navîn ev pirsgirêk li her derî heye û lazim e ji bo çareseriyê ji fikra “yek ziman, yek netewe, yek nasname” xwe dûr bike. 

Rêyên  dewleta netewe hemû pûç bûn

Pispor paşê îşaret bi wê yekê kir ku ji sîstema asîmîlekirinê ya Tirkiyeyê, heta bi sîstemên dabeşkirina erkên dewletê di nava koman de -weke Libnanê- û got, yek ji van jî nebû çareserî û hemû jî pûç bûn. Lê wî di terîfên ji bo Konfederalîzma Demokratîk de hem pêşhukmên xwe îfade kirin û hem jî timî ji perspektîfa komên ser bi PDK´ê li meseleyê nihêrî. 

Axir piştî wê, Kenan Ayas pirseke din kir ku devereke din a vala ya di îfadeyên pispor de nîşan dida. Ayas li xisleta dewleta Tirk a piştgirê çeteya DAIŞ´ê kir.

Pispor li ser vê pirsê xwe vir de û wê de kir û got, Ew naxwaze Erdogan biparêze, lê ew her wiha naxwaze li ser mijarê şiroveyê jî bike ji ber ku elaqeya wê bi dozê re nîne. Yanî li gorî wî, ev dijminê mirovahiyê ku îro roj jî hem Rêveberiya Xweser û hem jî PKK şerê wê bi awayekî aktîf dikin, ji bo wî di dozeke ji ber endametiya PKK´ê ne muhim e.

Ji ber berferehiya mijarê, pispor Seufert nekarî bersiva pirsan hemûyan bide. Ji ber wê, di rûniştina 19´ê Kanûnê de wê dîsa li pisporî bê guhdarîkirin. Rûniştineke dozê îro jî dewam dike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.