Pirsên Aydogan ji polêsên Fransayê

Sêşem 3 Çile 2023 - 01:57

Nivîskarê rojnameya Xwebûnê, akademîsyen Îbrahîm Seydo Aydogan di nivîsa xwe ya vê hefteyê de qala Komkujiya Parîsê ya duyemîn kir û bal bire ser hin aliyên komkujiyê, yên kêm tên dîtin. Ew esas bi qasî bersivan, pirsan jî derdixe pêş. 

Aydogan bi bîr dixe ku tetikkêş di îfadeya xwe ya li ber polêsan de gotiye, “wî çend tûr li derdora komeleyê avêtine lê belê kes nehatiye. Hingê, wî zanîbû ku hin kes dê werin.”

Aydogan îhtîmala hevkariya istîxbarata Fransî di komkujiyê de hil dide û dibêje, “Tenê istîxbarata fransî dikare hay jê hebe ku wê saetê hin kes dê bihatana wê deverê.”

Aydogan dide zanîn ku hebûna 29 cercûrên li ser tetikkêş nîşan dide ku ew ji bo komkujiyeke mezin çûye komeleyê. 

Polêsê Fransî yên dereng çûye cihê bûyerê, wekî din tedbîrên lazim jî negirtine. Aydogan bi bîr dixe ku “Wê rojê xortekî bê kaxez, yanî qaçax, digot ku polîsan li nasnameya wî pirsiye, hindik mabû ku bihataya girtin ; lê belê gotiye 'ez kurd im' û polîsan di cih de ew berdaye.” 

Li gorî Aydogan, îfade û gotinên tetikkêş ji serî heta binî derew in û dixwaze polês beriva van pirsan bide: “Gelo bi rastî jî bi trimbêlê hatiye, gelo kî di wê trimbêlê de bû, gelo ew demançe û 29 cercûr fîşek ji ku peyda kirin, gelo çima derewan dike?Gelo pereyê ku li mala wî hatiye dîtin çi mesele ye. Gelo bi rastî jî ew pere li ser navê jineke Tirk a rojnameger hatiye ji vî mêrikî re? Gelo rast e ku peywendiya wî bi wê jina Tirk re heye?”

Ev jina behsa wê tê kirin, li ser hesabê istîxbarata Tirkiyê dixebite û hê jî di dezgeheke fermî ya ser bi Tirkiyeyê lê li Fransayê dixebite.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.