Pirsa ‘poşman î?’ ne pirseke normal e

În 6 Îlon 2024 - 01:15

Nedîme Yaklav ku ev 5 car in berdana wê tê texîrkirin got,’’ ’’Pirsa ‘Hûn poşman in?’ ne pirseke asayî ye. Yê ku bi vê pirsê re rû bi rû bimîne dizane ku bi înkarkirina tevahiya jiyana ku heta niha jiyaye re rû bi rû ye.’’

Nedîme Yaklav ku ev 30 sal in girtî ye û di nav lîsteya ‘Girtiyên Nexweş’’ a ÎHD’ê de ye, li gel ku cezayê wê xilas bûye jî Lijneya Îdare û Çavdêriyê ev 5 car in berdana wê texîr dike. Cezayê Yaklav 1’ê Nîsana 2023’an qediya lê lijneya navborî ev 22 meh in berdana wê taloq dike.

Yaklav a ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê girtî ye bi rêya parêzeran Lijneya Îdare û Çavdêriyê weke ‘’Kansêra burokratîk a saziya dadê’’ pênase kir, destnîşan kir lijneya navborî bi navê ‘’başkirinê’’ poşmaniyê li girtiyan ferz dike.

Dibêjin,’xwe înkar bike, tine bike’

Yaklav wiha got:’’Pirsa ‘Hûn poşman in?’ ne pirseke asayî ye. Yê ku bi vê pirsê re rû bi rû bimîne dizane ku bi înkarkirina tevahiya jiyana ku heta niha jiyaye re rû bi rû ye. Yên ku dipirsin 'Tu poşman î?' qîma xwa bi vê naynin. Wê piştî vê pirsa 'Hûn ê paşê çi bikin?' bê kirin. Peyam pir zelal e; xwe înkar bike, xwe tune bike û bi tiştekî nehesibîne."

Serlêdan nehatine qebûlkirin

Yaklavê anî zimên ku bi Serokê Lijneyê re ev mijar nîqaş kirine, li gorî qanûnê piştî 30 salan divê girtî bêne berdan û got û Serokê Lijneyê gotiye ew dizane çi dike, li gorî xala 89’an a qanûna bi hijmara 5275’an biryarê didin.

Yaklavê her wiha diyar kir ew li dijî biryara lijneyê rabûne û dixwazin qanûna were bicihanîn lê serlêdanên wan nehatine qebûlkirin.

‘Rewşa Baş’ ji bo girtiyên siyasî nîne 

Yaklavê bi domdarî got, "Ji bo girtiyên siyasî 'rewşa baş' nîn e.  Tu firar bikî ji, bi sedan cezayên te yên dîsîplînê hebin ji, te tu tiştek nekiribe jî, ferq nake. Gav tu Kurd bî û polîtîk bî, tu ne baş î."  

Yaklavê dawiyê got,"Heke hûn Kurd bin, bi taybetî jî ger hûn girtiyê siyasî bin, dengê we ji aliyê kesî ve nayê bihîstin. Yên ku dengê we dibihîzin, ango ji aliyê we ve, kesên wekî we ne. Ya herî girîng jî ez dibêm ew e ku em nebêjin 'pergal ev e, tu tişt ji dest nayê, em çi bikin jî bêhûde ye' û em bitêkoşin."

MA/HÎVDA ÇELEBÎ/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.