Pîlaneke din a dorpêçê

Kendal CÛDÎ nivîsand —

sêşem 29 îlonê 2020 - 23:00

Berxwedana PKKʼê ya li Heftenînê ku li hemberî dagirkirina Başûrê Kurdistanê bû mertal û gerîlayên PKKʼê bi canbexşane ji bo parastina gelê Başûr têkoşîn kir, hişt ku dewleta Tirk a qirker pîlana xwe biguherîne. Berxwedana Heftenînê wisa ji rêzê nîne ku di dîroka Kurdistanê de hema mirov bi çend gotinan qal bike. Heftenînê qedera Başûrê Kurdistanê û tevahiya Kurdan guhart.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker gihîşt wê baweriyê ku nikare di Heftenînê de bi pêş ve biçe û Başûrê Kurdistanê dagir bike, pîlana xwe ya xeniqandin û dagirkirina Başûr guhart. Bi serdana Nêçîrvan Barzanî wekî karmendekî ji bo Tirkiyê û daxuyaniya "Operasyonên li Başûr hatin sekinandin" ne tenê gotinek bû û derbas bû. Her di wê baweriyê de bin ku Tirk dev ji dijminatiya xwe li dijî Kurdan bernadin û wê her êriş bikin.
Piştî çûyîna Barzanî bi çend rojan, hêzên PDKʼê li ser deriyê Fişxabûr ê li hemberî deriyê Sêmalka ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi awayekî zêde hatin dîtin. PDKʼê gelek hêz bi rê kirin herêmê û navend û baregeh çêkirin. Komkirina vê hêzê di vê demê de, senaryoya vekirina deriyê Ovakoyî yê di navbera Enqere û Bexdayê de, careke din derxist holê.
Deriyê Ovakoyî di sala 2017ʼan de, rayedarên Tirk li şûna deriyê Îbrahîm Xelîl ê li Zaxoyê ku deriyekî sereke yê bazirganî di navbera Başûr û Tirkiyê de bû, dixwestin vekin. Dewleta Tirk bi vî awayî dixwaze deriyê bazirganî li ser Başûr bigire anku êdî bi Başûrê Kurdistanê nede û nestîne bi awayekî fermî. Li şûna Başûr, dewleta Tirk her dixwaze bi hikumeta navendî ya Bexdayê re bide û bistîne.
Dewleta Tirk bi vî pîlanê xwe yê qirêjî dixwaze 4 armancên sereke pêk bîne:
1- Hikûmeta Başûr bixe dorpêça aborî û siyasî. Jixwe dewleta Tirk rojekê jî itîraf bi statuya Başûrê Kurdistanê nekiriye û mînaka herî mezin jî, dema ragihandina serxwebûna herêma Kurdistanê di sala 2017`an de ku 25`ê Îlonê salvegera wê bû. Wê demê jî dewleta Tirk bi awayekî eşkere êrişî hikumeta Başûr kir.
2- Bi hinceta parastina rêya di navbera Îbrahîm Xelîl-Tileferê de dê artêşa Tirk derbasî herêmê bibe û bi vê yekê xetereyeke mezin li ser Şengalê dê çêbe. Jixwe Şengal jî armanca sereke ya dewleta Tirk e ku dixwaze dagir bike.
3- Bêguman eger ev rê hate vekirin, deriyê Sêmalka jî dê were girtin û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê Başûr de dikeve nava dorpêçê û Rojava ji Başûr were qutkirin. Komkirina hêzên PDKʼê li hemberî Sêmalkayê jî di vê çarçoveyê de ye.
4- Dewleta Tirk ku her li pey xewna Mîsaqî Millî ye, dê êdî bi awayekî serbest li Mûsil û Kerkûkê tevbigere û hebûna Kurdan li wan her du herêman qir bike.
Pîlanekî din ê bi heman armancê ku Başûr û Rojava bixin dorpêçê û hêdî hêdî dagir bikin, heye. Ew jî dewleta Tirk dikir armanc ku ji Tirbespiyê heta Til Koçerê dagir bike.
Pîlana vekirina deriyê Ovakoyê dema Heyder Ebadî serokwezîr bû, dewleta Tirk dixwest pêk bîne. Lê ji ber hevsengiyên cîhanî û nexasim ên Rojhilata Navîn, ev pîlan hate rawestandin. Dewleta Tirk ku li her derfetekê digire ji bo pîlanên xwe yên dijmaniyê li dijî Kurdan pêk bîne, dixwaze vê carê bi rêya dostaniya Hakan Fîdan û serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî pêk bîne. Bêguman hêzên nîştimanî yên kurdî li Başûr ji bilî PDKʼê vî pîlanê red dikin û naxwazin pêk bînin. Lewra dewleta Tirk, dixwaze destpêkê Kurdên li Başûr û taybet partiyên sereke yên li Başûr li dijî hev bide şerkirin anku têkiliya di navbera wan de were qutkirin. Heta radeyekê dewleta Tirk xwesta xwe pêk aniye û mînaka herî mezin jî nakokiya di navbera YNK û PDKʼê de ye. A din dewleta Tirk her di nav hewldanan de ye ku têkiliyên Kurd û Ereban û nexasim hikumeta Başûr û hikumeta navendî ya Bexdayê ji hev qut bike, da ku pîlana xwe bi awayekî hêsan pêk bîne.
Ji bo sekinîna li hemberî vî pîlanê qirêjî yê dewleta Tirk, divê di serî de hêzên kurdî û nexasim ên li Başûr bereyeke hevpar ava bikin û li dijî pîlanên dewleta Tirk bikevin nava tevgerê. Xala din a pêwîst, xurtkirina têkiliyên Kurd û Ereban di aliyê siyasî, leşkerî û aborî de ye, nexasim hikumeta navendî û ya Başûrê Kurdistanê. Bi yekitî û xurtkirina têkiliyên pêkhateyan, mirov dikare li pêşiya pîlanên dewleta Tirk bisekine, wekî din hewldan vala ne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.