PÎK:Em li cem DEM Partiyê ne

Pêncşem 21 Adar 2024 - 08:43

Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind diyar kir ku di hilbijartinên xwecihî de wê piştgiriyê bidin namzetên DEM Partiyê û bang li oldarên Kurd hemûyan kir ku piştgiriya DEM Partiyê bikin.

Serokê Giştî yê PÎK'ê Hîkmet Serbilind ragihand ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de wê piştgiriyê bidin namzetên DEM Partiyê.

Serbilind bang li gelê Kurd kir ku di nava tifaqeke Kurdistanî de piştgiriyê bide namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariyê. Serbilind ragihand ku li Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî heye û diyar kir ku di vê demê de siyaseteke ku berjewendiyên partî û rêxistinê dide pêş wê bi gelê Kurd bide windakirin.

Bila gel li pişt DEM’ê be

Serbilind anî ziman ku AKP li Kurdistanê li ser Huda Parê lîstikekê amade dike û got, "Em PÎK piştgiriyê didin tifaqa Kurdistanê. Em ne li berjewendiyên partiyê, lê li gelê Kurd difikirin. Lewma jî divê gelê Kurd piştgiriyê bide namzetên xwe, piştgiriyê bide namzetên ku ji bo gelê Kurd siyasetê dikin. Bila gelê Kurd partiyên sîstemê qebûl nekin. Bila partî, rêxistin û kesên bi wan re di nava tifaqê de ne qebûl nekin. Berjewendiyên gelê Kurd li ku be em bi wan re ne.’’

Dagirker û hevkar nayên qebûlê

Serbilind her wiha got,’’Bila gelê Kurd nekeve xefikê. AKP bi rêya Huda Parê hin lîstikan amade dike. Em vê yekê bi zimanekî çêker kifş bikin. Mirovên ku bi vê tifaqê xapiyane bi zimanekî çêker îqna bikin. Em vê lîstikê xera bikin. Em dagirkerên ku destê wan di xwîna Kurdan de hene û yên li gel wan cih digirin qebûl nekin.’’

Em xwe ji tifaqa qirêj vedin

Serokê PÎK’ê Serbilind herî dawî wiha got: ‘’Yên ku destê wan di xwîna me de heye, gelo bi kîjan wijdanî em ê qebûl bikin? Xizmeta li Kurdistanê tenê bi tifaq û siyaseta Kurd dibe. Tenê ev yek dikare xizmetê ji bajarên Kurdistanê re bike. Karên çandî, civakî, ziman tenê ji aliyê namzetên ku li we difikire û ji bo we siyasetê dike, dikarin pêk bînin. Em xwe ji tifaqên qirêj vegirin."

ANF/KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.