Peymana 9’ê Cotmehê bi agirê pîroz dibe xwelî

Nûçeyên Forum

Şemî 24 Îlon 2022 - 01:07

MERWAN ZERDEŞT 

 

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera hikûmeta Kazimî û PDK’ê de, derbare ewlehî û rêvebirina Şengalê de peymanek hate mohrkirin ku li pey vê, dewleta Tirk a dagirker hebû. Di nav 2 salên bihurî de civaka Êzîdî û gelên Şengalê helwêsta xwe ya li dijî vê pîlana tesfîyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê bi her awayî nîşan da. Wan ev peyman wekî ‘Fermana yasayî’ bi nav kir û bi berdêlên giran li ber sekinîn. Di rastiyê de ev peyman li ber berxwedana Şengalê pûç û bêwate bûye, lê bi taybetî PDK ji bo ev pîlan pêk were, Iraqê û dewleta Tirk her carê sor dike û dixwaze vê peymanê di rojevê de bihêle. 

Di demên dawî de, merheleyeke nû ya vê pîlana tesfîyekirinê di meriyetê de ye. Her çiqas parçe parçe were pêkanîn jî hikûmeta Kazimî, dewleta Tirk û PDK di nav ahengekê de bi rê û rêbazên cuda êrişên li ser Şengalê dewam bikin. Dewleta Tirk bi êrişên hewayî, hikûmeta Iraqê bi siyaseta dorpêçkirinê û PDK jî bi şerê taybet berê xwe daye Şengalê. Ev pîlansaziya nû bi salvegera fermanê re hate destpêkirin û hê jî tê meşandin. Heger em bi ziravî bi ser vê pîlanê de biçin;

Dewleta Tirk ji 2017’an ve ye bi balefirên şer û dronên bi sîleh bênavber êrişê Şengalê dike. Lê bi taybetî vê heyva dawî, di tevgera hewayî ya dewleta Tirk de guherîneke cidî heye. Ev heyvek e ku balefirên keşfê 24 saetan li ser Şengalê difirin. Cara yekem e ku tevgereke hewayî ya di vê astê de çêdibe. Û ne balefirek, carinan 2 yan jî 3 balefirên dron ên biçek li ser asîmanê Şengalê xuya dibin. Di encama vê tevgerê de heyva bihurî hêzên YBŞ’ê 2 caran rastî êrişên hewayî hatin û encamên van êrişan bi raya giştî re hatin parvekirin. 

Bi tevgera hewayî ya dewleta Tirk re hemwext, PDK jî hewl dide pêleke nû ya koçberiyê bi pêş bixe. Ewilî bi şerê taybet hewl dide tirs û fikara hebûnê, manûnemanê di nava civaka Êzîdî de biafirîne, pey re bi organîzasyonên taybet, ciwanên Êzîdî dişîne Ewrûpayê. Ciwanên Êzîdî ji Şengalê dibin Hewlêrê, ji wir wan dişînin Tirkiyê û pey re jî Yewnenîstanê. Û ev rêwitiya qaçax nagihe hefteyekê. Pirr zelal e ku dewleta Tirk û PDK bi pîlansaziyeke taybet vê koçberiyê organîze dikin. 

PDK’ê her wiha di demên dawî de civînên taybet ên veşartî zêde kirine da ku careke din Peymana 9’ê Cotmehê bixe rojevê. Herî dawî li Laleşa Nûranî, bi beşdariya Mîr û meclîsa rûhanî, her wiha hin muxtar, serokeşîr û kesayetan re civînek hate lidarxistin. Kesê ev civîn birêxistinkiriye Aşitî Koçer e ku hebûna xwe bi dijayetiya Şengalê û Êzdayetiyê dewam dike. Li gorî agahiyan, PDK’ê di vê civînê de daxwaz ji Mîr, meclisa rûhanî û serokeşîran kiriye da ku piştgiriya Peymana 9’ê Cotmehê bikin û li ser vî esasî biçin Bexdayê.

Li gel dewleta Tirk û PDK’ê, hikûmeta Kazimî jî bi dorpêçkirin û ambargoyê, dixwaze Şengalê teslîm bigire. Ev sê heyv in ku hikûmeta Kazimî bi destê saziya istîxbaratê zext li bazirganan dike da ku benzîn, mazot û gazê nefiroşin saziyên Şengalê. Ev ambargoyeke eşkere ye û armanc teslîmgirtina Şengalê ye. Hikûmet, bi vî awayî rê li ber xizmetgûzariyê jî digire. Şaredariyên gel ên Şengalê ji ber nebûna gaz û mazotê, karên xizmetgûzariyê di şertên zehmet de dewam dikin. 

Esas, polîtîkayên dewleta Tirk, hikûmeta Kazimî û PDK’ê hevûdu temam dikin. Dixwazin li Şengalê qeyraneke aramî, ewlehî û jiyanî ava bikin, bi vî awayî rêya koçberiyê ji Êzîdiyan re vekin û rêya vegerê jî bigirin. Ev Fermana Spî ye û ji fermana 2014’an girantir e. Lê civaka Êzîdî û gelên Şengalê li hemberî siyaseta Fermana Spî bi çand, bîr û baweriya xwe li ber xwe dide. Mînak û îsbata vê, civaka Êzîdî îsal Cemayiyên xwe ji her salê qerebalixtir û bicoştir pîroz kir. Ev heyvek e bi dehê hezaran Êzîdî li ber qubên Şerfedîn, Hacalî, Êzî, Pîrê Ewra, Şêşims û Şêx Berekat, Şêx Adî kom dibin qubên xwe ciwan dikin, periyên wan siwar dikin, govendê digerînin… 

Ev wêneyê berxwedana çandî ya civaka Êzîdî ya li hemberî Fermana Spî ye. Civaka Êzîdî bi qube, silavgeh, perî, çira û agirê pîroz li ber xwe dide. Wê kaxiza Peymana 9’ê Cotmehê li ber vî agirê pîroz bibe xwelî. Wê çavê dijminên Şengal û Êzdayetiyê li ber van pîroziyan kor bibe û xêr ji xwe jî nebînin!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.