Peykerên Parthenon li Atînayê vegerînin!

Nûçeyên Çand/Huner

În 21 Hezîran 2024 - 00:17

Aktor û komedyenê Ingilîz Stephen Fry ji dewleta Ingilistanê xwest ku mermer û peykerên Parthenon ên Yewnanîstanê dîsa li welatê wan vegerîne. Heta wî vî tiştî şiband diziya Naziyan a li Fransayê. Dema ku Nazî Fransa dagir kiribûn ji Parîsê “Arc de triomphe de l’Étoile” dizîbûn ku ew yek ji sembola herî girîng a Fransayê bû. 

Dewleta Ingilistanê gelek mermer û peykerên Parthenon di sala 1802’an de ji Akropolîs revandibû Ingilîstanê. Ev dizî bi destê Lord Elgin pêk hatibû. Stephen Fry da zanîn ku ti hinceteke meşrû ya Ingilstanê tine ye ji bo van peykerên dîrokî û got; “Hêzên Nazî hêzeke dagirker bû. Ti heqekî wan tinebû ku hin deverên Fransayê li gor serê xwe bidin hin kesan. Ev ne karê wan bû!” 

Stephen Fry ev 10 sal çêbûn ku kampanyayeke bi vi rengî bi rêve dibe û dixwaze dewleta wî Ingilîstan van peykeran li Atînayê vegerîne. British Museum ku li dinyayê yek ji muzeya herî mezin û girîng e van peykeran weke ku nehatibin dizîn, yanî weke malê xwe dihesibînin. Ev peykerên ku ji Atînayê hatibûn derxistin niha li Londonê tên nîşandan.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.