Peykerê hîpnotîk ên li ser xalîçeyan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Sibat 2024 - 00:33

Peykersazê Ingilîz Debbie Lawson dinyaya xwezayî bi alavên li malê nîşanî xelkê dide. Ev peykerên wî yên surreal di heman demê hîpnotîk in jî. Hin peykerên wî çavên mirovan dixapînin. Nexasim jî hin heywanên ku bi awayekî hîpnotîk çêkirine mirov dibêje qey ew ê ji cihên xwe derkevin. Ji lewma di peykerên wî de dînamîzm heye û ew peykerên dînamîk çêdike.

Debbie Lawson ji bo karên xwe dibêje; “Hin caran alavên rojane îlhamê didin min, nexasim jî hin tiştên di wan de veşartî. Carna jî ji tiştên serhildêr îlhamê werdigirim.” Debbie Lawson ji motîfên xalîçeyan jî sûd werdigire û peykerên xwe li ser xalîçeyan çêdike. Di peykerên wî de dîrok û sembol xwe didin der. Hin alavên ji rêzê ku weke berhemên hunerî nayên dîtin bi saya peykerên wî dibin berhemên hunerî. Yanî ew bi van berhemên xwe dike ku xelk bi çavekî din li alavên ji rêzê yên rojana binihêre.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.