Pêvajoya ‘mafê hêviyê’ û helwesta Tirkiyê

În 13 Îlon 2024 - 02:50

  • Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê 17-19’ê Îlona 2024’an têkilî biryara binpêkirinê ya ‘’Mafê Hêviyê’’ ku DMME’yê ya têkilî Rêber Abdullah Ocalan dabû wê bicive. Dewleta Tirk heta niha li ser biryara DMME’yê ti gavek neavêtiye û berevajî vê, hem tecrîd girantir kiriye û hem jî tecrîdê re dike.

Li Tirkiyeyê heta sala 2002’yan jî qanûneke ku girtiyek bêyî mafê berdana bişert heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bimîne tune bû. Lê belê piştî ev ceza dane Rêber Abdullah Ocalan, sepana “Heta dawiya emrê xwe ragirtina di girtîgehê de”, vê sepanê di nava sepana înfazê ya Tirkiyeyê de cih girt. 

DMME biryara ‘’Ocalan 2’’ da

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, li dijî vî cezayê ku mafê hêviya tehliyebûnê ya Abdullah Ocalan ji holê radike, serî li DMME’yê da. DMME’yê di sala 2014’an de biryara “Ocalan 2” da û di biryarê de got ku cezayê muebbeta girankirî ya li Abdullah Ocalan hatiye birîn, li dijî madeya 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye ku îşkence û muameleya xerab qedexe dike. Di heman demê de qedexekirina tehliyeya bişert jî weke “binpêkirina mafê hêviyê” nirxand. 

Biryar nehate bicihanîn 

Komîteyê Wezîran a Konseya Ewropayê sala 2015’a biryara “binpêkirina” anî rojeva xwe. Tirkiyeyê di 24’ê tîrmeha 2015’an de “Plana Çalakiyan” pêşkeşî komîteyê kir. Di plana çalakiyan de hate gotin ku biryara DMME’yê tevî wergera wê ji hemû dadgehan re hatiye şandin û hat îdiakirin ku ev biryar hatiye cîbicîkirin. Lê belê biryara DMME’yê bi awayekî fiîlî nehat cîbicîkirin.  

Gelek serlêdan hatin kirin

Di sala 2015’an de têkildarî biryara “binpêkirinê” gelek serlêdan hatin kirin. Parêzerên Abdullah Ocalan têkildarî “Mafê hêviyê” cara ewil di 6’ê hezîrana 2016’an de serî li Komîteya Wezîran dan. Piştre jî li gorî rêzê di 12’ê cotmeha 2017’an de, di 2’yê sibata 2018’an de, di 28’ê çileya 2019’an de, di 9’ê tebaxa 2022’yan de û di 26’ê çileya 2023’yan de serlêdan kirin. Di tevahiya 6 serlêdanan de hat xwestin ku “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan hate cîbicîkirin û di vê mijarê de Tirkiye gavan biavêje. 

Serlêdana rêxistinên sivîl 

Rêxistinên civaka sivîl cara ewil di 26’ê tîrmeha 2021’ê de ji bo “Mafê hêviyê” serî li komîteyê dan. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) serlêdan kirin û xwestin ku komîte biryara “binpêkirinê” tavilê bixe rojeva xwe. 

Tirkiyê binpêkirin red kir

Tirkiyeyê di 7’ê îlona 2021’ê de piştî serlêdana rêxistinên maf û hiqûqê, bersiv da Komîteya Wezîran. Tirkiyeyê di bersiva xwe de îdia kir ku ji sala 2009’an heta niha li Îmraliyê tu binpêkirin nehatine kirin. Tirkiyeyê pêşniyar û tespîtên têkildarî guherandina qanûnî ya di cezayê muebbeta girankirî de jî jinedîtî ve hat. Tirkiyeyê, di dîrokên cuda de agahî bi komîteyê re parve kir û ev îdiaya xwe domand.  

Mafê hêviyê ji nedîtî ve hat

Tirkiyeyê di sala 2015’an de “Plana Çalakiyan” a duyemîn de jî îdîa kir ku ji sala 2009’an ve li Îmraliyê ‘binpêkirin’’ tine û pêşniyarên weke “Divê mafê hêviyê were mîsogerkirin” û “guherîna qanûnî ya di cezayê muebbeta girankirî” de jinedîtî ve hat. Di heman demê de li xwe mikur hat ku Abdullah Ocalan ji “Mafê hêviyê” “muaf” hatiye girtin. Tirkiyeyê di kanûna 2022’yan û di tîrmeha 2024’an de jî planên çalakiyan pêşkeş kir û heman îdia kir. 

Komîte hate agahdakirin

Rêxistinên civaka sivîl ên serlêdan kirin, li dijî bersiva Tirkiyeyê ya di 7’ê îlona 2021’ê de ku digot “binpêkirin” tune ye, di 12’ê cotmeha 2021’ê de agahî dan komîteyê. Di agahdarkirinê de hat gotin ku îdiayên hatine kirin rast nînin û tecrîd didome.  

Dem dane Tirkiyê

Li ser serlêdana rêxistinên maf û hiqûqê, komîteyê piştî 6 salan anku di navbera 30’ê mijdar-2’yê kanûna 2021’ê de “Mafê hêviyê” xist rojeva xwe. Komîteya ku biryara xwe di kanûnê de eşkere kir, bang li Tirkiyeyê kir ku tevdîrên pêwîst demek beriya demekî qebûl bike. Her wiha ji rayedarên Tirkiyeyê xwest ku têkildarî pêşketinên di cîbicîkirina tevdîrên giştî de herî dereng heta dawiya îlona 2022’yan agahiyan pêşkeş bike. 

Komîteyê, piştî 3 salan wê di navbera 17-19’ê îlona 2024’an de civîna xwe li dar bixe û “Mafê hêviyê” bigire rojeva xwe. 

MA/DÎREN YURTSEVER/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.