Pêşî li xiyanetê bigrin

În 6 Îlon 2024 - 03:10

4’ê Îlonê dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û biçek, li ser rêya Xelekan Kanî Wetman ya dikeve sînorê navçeya Dukan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê wesayîtek ya sivîlan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de Muzefer Hisên li gel du kurên xwe Mihemed Muzefer û Mubîn Muzefer şehîd bûn ku xelkê bajarokê Hacî Awa bûn. Muzefer Hisên li gel her du kurên xwe bi merasîmekê girseyî li Goristana Makok ya li bajarokê Hacî Awa ser bi îdareya Raperîn, spartin axê.

Di merasîmê de bi sedan azadîxwaz, kesûkar û hevrêyên şehîdan, welatparêz û xelkê herêmê amadebûn.

Hêjayî gotinêye ku ji serê salê ve ev şehîdê 20’ê ye ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê de digijin şehadetê. Lê hikûmeta Iraqê û hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê, li şûna ku helwestên tund beramberî van êriş û dagirkeriyê nîşan bidin, hevkarî û piştevaniyê dikin.

Piştî merasîmê daxuyaniyek ya çapemeniyê hate dayîn. Li ser navê kesûkarên şehîdan Awat Hesen di daxuyaniyê de axivî û got:“Em bi tundî vê sucê hovane yê mirovahiyê şermezar dikin. Dagirkirina xak û neteweyekê, qetilkirina welatiyên sivîl ti hincet qebûl nake û berevajiyê hemû nirxên mirovahî û exlaqî ne. Bêdengiya beramberî vî sucî, ji bilî hevkariyê ne tiştek dine. Rîca dikin ku helwestê nîşan bidin û êdî nehêlin ku hezkiriyên me bi destên xiyanetê her roj bi mirin. Em nikarin wek her carê bêdeng bimînin û li ser çareseriyê nefikirin. Wiha berdewam bike wê her roj dora yek ji me be. Bêdengî û bêhelwestiya li vê herêmê her ku diçe karesatên mezintir û bêzariyên kûrtir çêdike. Em bang li aliyên peywendîdar ên hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku berpirsyartiya xwe li hember welatiyan werbigirin da ku dayîkek din dilê wê ne şewite. Van şehîdan weke şehîdên Kurd û Kurdistanê bidin nasîn.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.