Persepektîfek ji bo naskirina civaka Kurd

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 7 Sibat 2024 - 00:56

Pirtûka ‘Serkêşa Kurd Di Navbera Hebûn û Azadiyê de’ li Helebce bi merasîmekê derket û hate nasandin, pirtûk pêşkeşî Rêber Ocalan û Şehîd Diyar Xerîb hate kirin Naveroka wê ji çavkaniyên fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye girtin û pirtûk pêşkeşî Rêber Ocalan û Şehîd Diyar Xerîb hate kirin. Nivîskarê pirtûkê dibêje “ev pirtûk perspektîfeke ji bo naskirina civaka Kurd bi rastiyê xwe ve.”

Li Pirtûkxaneya Hejar Mûkriyanî ya bajarê Helebce pirtûka ‘Serkêşa Kurd le Nêwan Bûn û Azadî da’ (Serkêşa Kurd Di Navbera Hebûn û Azadiyê de) ku ji du cildên 520 rûpelî pêk tê, derket û hate nasandin.

Nivîskarê pirtûkê Herdî Dulbar têkildarî naveroka pirtûka xwe got: “Pirtûk bi navê ‘Serkêşa Kurd Di Navbera Hebûn û Azadiyê de’ hatiye nivîsandin. Naveroka wê xwendineke cuda ya pirsgirêka Kurd û qada siyasî ya Rojhilata Navîn e. Berevajî modelên din yên hevpar yên analîzkirina civaka Kurd, ji perspektîfa mejiyeke Kurdewarî hatiye nivîsandin.”

Ji bo rêber Apo û Diyar Xerîb e

Di dewamê de nivîskar pirtûkê wiha got; “Ev pênc sal in ez bi nivîsîna vê pirtûkê ve mijûl bûm. Min ji 147 çavkaniyan sûd wergirtiye. Pirtûk ji 520 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de hemû pirsgirêkên Kurdan hatine analîzkirin. Hemû pirtûk di perspektîfa fikir û felsefeya Rêber Apo de hatiye nivîsandin. Pirtûk pêşkeşî Rêber Apo û Şehîd Diyar Xerîb e.”

Di dawiyê de nivîskarê pirtûkê Herdî Dulbar diyar kir ku di çanda Kurdî de tinebûnek mezin heye û got; “Bi vî awayî em dikarin pirsgirêkan biaxivin û analîz bikin. Ev pirtûk perspektîfeke ji bo naskirina rastiya civaka Kurd. Careke din pênaseya mijarên weke netewe, ziman, bîrdozî û azadiya jinê di pirtûkê de hatiye kirin.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.