Performanseke li dijî şer û faşîzmê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 17 Çile 2024 - 02:45

  • Muzîkjenên Kurd Burcu Yankin û Selda Ozturk tevî reqsvan Gulcan Kuçuk li hemberî şer û faşîzmê performansek îcra kirin. Wan di 12’ê Çileyê 2024´an de li avahiya “Berlin Neu Wache” li dora peykerê Kathe Kollwitz ê li navenda avahiyê, dansekê gerand û her wiha strana bi navê “Meşkê” ya gelerî ya bi Kurdî got. 

ARDÎN DÎREN

Strana “Meşkê” ku weke eylok tê zanîn û bi meqamê xwe, balê dibe ser şer. Ji lewma jî hunermendên Kurd ji bo performansa xwe ev stran neqandine. Muzîkjenên Kurd Burcu Yankin û Selda Ozturk stranê dibêjin û Gulcan Kuçuk jî bi dansa xwe tevlî îcraya wan dibe. Performans li dora peykerê Kathe Kollwitz pêk hat û ew jî yek ji sembolên li dijî şer û faşîzmê ye.

Performansa li “Berlin Neue Wache” ya ku di 12’ê meha Çile de di çarçoveya “Muzîk ji bo jinan” a projeya komeleya Yekmal e.V. de hate lidarxistin. Di vê projeyê de ji gelek netewe û civakên cuda jin li hev kom bûn stranên bi Kurdî, Tirkî, Erebî, Sûryanî û Ermenkî gotin. Komeleyê bi vê projeyê xwest balê bibe ser pirrzimaniya civakan. Komeleya Yekmal e.V. di sala 1993’yan de li Berlînê ji hêla malbat, mamoste û xwendekarên Kurd ve hatiye damezirandin û bi atolye û projeyan, perwerde dike. Komele bi çalakiyên xwe yên hunerî her wiha li hember nijadperestiyê jî disekine û niha li pênc eyaletên Elmanyayê projeyên çand û hunerî yên bi vî rengî dibe serî.

Şer bi çavê jinê şirove kirin

Avahiya bi navê “Berlin Neue Wache” yek ji avahiyên girîng e ku weke sembola li hemberî şer jî tê dîtin. Şêwekar û peykersaza Elman, Kathe Kollwitz li navenda avahiyê peykerekî bi navê “Dayik û lawê wê yê mirî” çêkiriye ku balê dibe ser dijwariya şer. Hunermendên Kurd jî bi muzîk û dansê li dora peykerî performanseke balkêş îcra kir. Hunermendan peykerê Kathe Kollwitz bi strana Kurdî ya “Meşkê” ji nû ve şirove kir û bi vîdeoya ku girtin jî hesteke hevpar derxistin holê. Hunermendên Kurd şer bi çavên jinê nirxandine û ji xwe strana “meşkê” ji hêla dengbêjin jin ve hatiye gotin.

Tesîra hejariyê di berhemên Kollwitz de

Kathe Kollwitz sala 1867’an li Konigsbergê hatiye dinyayê. Malbata wê malbateke demokrat bûye û gava bavê wê pê dihese ku ew di warê hunerî de jêhatî û afirîner e, ew wê bêhtir teşwîqî huner dike. Ew li Berlînê li dibistaneke taybet a hunerî perwerde bûye û pişt re jî dest bi çêkirina resm û gravûran kiriye. Di sala 1891’ê de bi Karl Kollwitz re dizewice û du zarokên wan çêdibin bi navê Hans û Peter. Karl Kollwitz weke bijîşkekî her tim xizmeta çîna karker û kesên xizan dikir û li muayenexaneya xwe ew derman dikirin. Gava Kathe Kollwitz çav bi karker û kesên xizan ên li muayenexaneyê dikeve, di bin tesîra serpêhatiyên wan de dimîne û di berhemên xwe de rewşa wan rave dike. Gava Kathe Kollwitz dibe 50 salî, êdî ew li seranserê Elmanyayê tê nasîn û li gelek bajaran jî pêşangehên wê vedibin.

Hîtler protesto dikin

Di sala 1914’an de kurê wê Peter di Şerê Cîhanê yê Yekem de dimire. Li ser di şer de mirina kurê xwe peykerekî disêwirîne. Heya peyker temam dibe, 18 sal dibuhirin. Kathe Kollwitz bi berhemên xwe bala xelkê dibir ser êşa wan kesên ku piştî şer mane, wê bi berhemên xwe êşa kesên mayî dikewand. Yanî berhemên wê li hember şer weke protestoyê bûn. Jixwe, gava Hîtler di sala 1933’yan de desthelatiya xwe îlan dike, Kathe û Karl Kollwitz ji bo çîna karker dixebitin û îmze davêjin bin bangewaziya li hember Hîtler. Piştre Kathe Kollwitz ji peywira xwe ya Akademiya Hunerî ya Berlînê tê dûrxistin. Her wiha berhemên wê jî tên qedexekirin û nahêlin ew li pêşangeha werin nîşandan. Karl Kollwitz jî nikare bijîşkiyê bike, lê heta jê tê dîsa alîkariyê dide xizanan. Lê ew di sala 1940’î de wefat dike.

Peykerên li hember faşîzmê û şer

Piştî mirina Karl Kollwitz, Kathe dikeve deprasyonê û bi awayekî fizîkî her diçe bê mecal û taqat dibe. Di sala 1943’yan de mala ku lê dimam, tê bomberankirin. Beriya Şerê Cîhanê yê Duyem bi dawî bibe bi çend rojan ew jî dimire. Kathe Kollwitz li goristana ku mezelê Rosa Luxembourg lê ye, tê veşartin. Berhemên ku li pey xwe hiştine, behsa kedxwarî, faşîzm, şer û xizaniya insanan dikin. Kathe Kollwitz her çend bi awayekî rasterast di nava siyasetê de cih negirtibe jî berhemên wê hişmendiyekê ava dikin bi xelkê re da ku careke din şer nekin û bi awayekî faşîst nêzî insanan nebin.

Li hember desthelatê ‘jin jiyan azadî’

Avahiya bi navê “Die Neue Wache” ya ku Christian Schinkel ew  di sala 1960’an de çêkiriye, weke avahiyeke li hemberî şer û faşîzmê tê dîtin. Peykerê Kathe Kollwitz yê bi navê “Mother and Child” (Dayik û zarok) jî bi salan e li avahiyê hatiye bicihkirin û weke semboleke li hember şer û faşîzmê tê nirxandin. Hunermendên jin jî bi performansa xwe bal birin ser dirûşmeya “jin jiyan azadî” ya li hember desthilat û faşîzmê. Her wiha wan bi vê performansa xwe Kathe Kollwitz jî bi bîr anî û nîşan da ku êşên civakên bindest û yên ku zilmê dibînin, hevpar in.

Bi lînk û koda QR a li jêr hûn dikarin li performansê temaşe bikin:

https://youtu.be/TECpvNlB3Ns?si=wvZpiMZuA3O7SjEd

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.