Li Silêmanî pêşangeha koçberên Şehbayê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 21 Kanûn 2024 - 00:37

Li Parka Baxê Giştî ya bajarê Silêmaniyê, saziya çapemeniyê Shar Press pêşangehek wêneyan ku ji wêneyên koçberbûna koçberên Efrînê yên li herêma Şehbayê pêk tênv ekir. Di pêşangehê de êş û azarên koçberên Efrîn û Şehbayê yên ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêre rûbirû mayî hatin nîşandan.

Di vekirina pêşangehê de Rêveberê Giştî yê Saziya Çapemeniyê Shar Press’ê Îzet Mîke axaftinek kurt kir û diyar kir ku armanca wan ya ji vê pêşangehê nîşandayîna êş, azar û rewşa dijwar ya koçberên Rojavayê Kurdistanê ye.

Di pêşangehê de 52 wêneyên ku ji aliyê nûçegihanê Shar Press’ê yê Rojavayê Kurdistanê Kendal Cûdî ve hatine kişandin û taybet wêneyên koçberên Efrîn û Şehba yên bi neçarî ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên hov li ser herêma Şehbayê cara duyemîn koçberî herêmên Rêveberiya Xweser bûne, hatin nîşandan.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.