Qeyûm çand û hunerê asteng dike

Nûçeyên Çand/Huner

În 6 Kanûn 2024 - 01:25

Hunermend Erdogan Emîr û Metîn-Kemal Kahraman, diyar kirin ku qeyûm xebatên çand û hunerê jî asteng dikin û destnîşan kirin ku divê li dijî dagirkeriyê hevgirtin bê zêdekirin. 

Hunermend Kemal Kahraman diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li cihên ku nikarin dengan werbigirin bi darê zorê bi qeyûman daye desteserkirin û got:“Ev hemû pêvajo bi awayekî derhiqûqî û bêhiqûqî tên meşandin. Jixwe, dewleta ku dibêje 'em dişopînin û qasê pêlavên wan jî dizanin', dikare ji berê de ji şaredarên me re bibêje sûc an jî rewşeke 'neqanûnî' heye yan jî pêşî li hilbijartina wan bigire. Lê armanc ne bi vî rengî ye. Bi awayekî mafyayî şaredariyan distîne, qanûn û rêzikên xwe jî binpê dike. Bi rastî em nikarin behsa hebûna qanûnê û hiqûqê bikin." Kemal Kahraman da zanîn ku meclisên şaredariyan ji aliyê qeyûm ve hatine xerakirin û wiha got: “Tevî ku pirsgirêkên şaredariyan ên hiqûqî hebin jî, meclîsek hilbijartî heye. Meclisa bajêr dikare yekî nû hilbijêre. Armanc bi temamî desteserkirina neqanûnî ye. Di vî warî de, berî her tiştî, ev prosedur bi xwe neqanûnî ye. Ev kiryareke bi darê zorê û mêtingeriyê ye. Em vê yekê qebûl nakin."

Divê piştevaniyê xurt bikin

Kemal Kahraman anî ziman ku şaredarî çand û ziman temsîl dikin û derfetan ji wan re peyda dikin û got:“Dema qeyûm tayinî şaredariyên me tên kirin, kesên ku ji herêmê biyanî ne, tu eleqeya wan pê re nîne û têkiliya wan bi şaredariyan re nîne tînin. Li şaredariyan kursên ziman, xebatên hunerê û koro, şanoya bi zimanê dayikê hebû. Lê midûrên angajmanî yên AKP-MHP'ê yên tayînkirî ewilî van xebatan asteng dikin." 

Hunermend Metîn Kahraman diyar kir ku şaredarî bi talûkeya tayinkirina qeyûman e rû bi rû ne û got:“Bi vî awayî xebatên cuda yên li şaredariyan an jî xebatên ku ji aliyê desthilatê ve wekî 'talûke' tên dîtin, tên taloqkirin an jî astengkirin. Her çiqas bi fermî qedexeya zimanê kurdî tune be jî, gelek hunermendên kurd û elewî bi qedexeyan re rû bi rû ne. Divê her kes di qada xwe de têbikoşe û piştevaniyê xurt bike. Dewlet divê êdî guh bide daxwazên kurdan û elewiyan." Hunermend Erdogan Emîr jî destnîşan kir ku wê civakên girêdayî heqîqetê rastiyê ji bîr nekin û got ku xwegihandina heqîqetê jî têkoşîn e. Emîr bibîr xist ku qeyûm ne tiştekî nû ne û bal kişand ser kirinên qeyûman ên li dijî çand û hunera kurdî. 

MA/ŞÎRVAN ŞÎLAN ÇÎL-HEVAL ONKOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.