Li Kelarê bi beşdariya gelek hunermend û çînên cuda, şeva Yeldayê an jî Cejna Çileya Kurdî, ji aliyê Koma Qelay Şîrwanê ve bi konsereke hunerî hat pîrozkirin û tê de gelek stran û meqamên Kurdî hatin pêşkêşkirin.
Şeva 20’ê ser 21’ê meha Kanûnê, dibe Cejna Çileya Kurdî, ku wek Şeva Yeldayê tê naskirin û dirêjtirîn şeva salê ye. Bi vê boneyê îşev li Hola Hunerê ya Kelarê ya Navenda Îdareya Germiyanê, bi beşdariya hunermend û çînên cuda, ji bo pîrozkirina vê şevê Koma Qelay Şîrwane, şeşemîn konsera Şeva Çileyê bi çendîn çalakiyên hunerî hatin lidarxistin.
Di derbarê çalakiyê de endamê Koma Qelay Şîrwane Ferman Luqman got: “Îşev Şeva Yeldayê ye ku dirêjtirîn şeva salê ye. Lewma me wek derfet dît ku em di vê şevê de konsereke hunerî saz bikin. Ev şev ji berê ve cuda bûye û me hewl da ku bi çalakiyên hunerî û çandî derbas bikin.”
Der barê çalakiyê de jî got: “Çalakiya Şeva Yelda ji meqam, muzîk û stranan pêk tê. Her wiha komek ciwanên nû ku hatine nav karê hunerî beşdarin. Salên borî me çend cûre meqamên Germiyanê li vir digot. Îsal jî ji aliyê hunermend Mihemed Baleban ve meqamek resen ya Germiyanê bi navê ‘Mucîla’ tê gotin, digel çend parçe muzîk û stranên din yên Kurdî.”
KELAR/ROJNEWS