Li Berlînê piştgirî dan Rojava

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 21 Kanûn 2024 - 00:34

Li paytexta Elmanya Berlînê komek hunermend li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de banga xwedîlêderketina li Rojava kirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê komek hunermend bi pêşengiya Koma Simurg a Tevgera Hunerê ya Jinê ya Mizgîn a Ewrûpayê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî li dar xistin. Hunermend û aktivîstên ku li Qada Alexanderplatzê li hev civiyan, hem çanda Kurd dan naskirin û hem jî banga piştgirîdayîna li gelê Rojava kirin. Hunermendan li Alexanderplatz ku yek ji qadên herî qerebalix ên Berlînê ye, bi stranên Kurdî eleqeyeke mezin kişandin ser xwe. Koma Simurg a Kolektîfa Berlîn ku di binesaziya Tevgera Hunerê ya Jinê ya Mizgîn de xebat dike û Hunermend Cengîz Yazgi stranên Kurdî gotin.

Di çarçoveya çalakiyê de li ser navê Heyva Sor stand hate vekirin. Di standê de bal kişandin ser encamên êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştevaniyê. Xwebexşên Hevya Sor a Kurdistan banga alîkariyê kirin û girîngiya piştevaniya bi gelê Rojava re ji kesên serdana standê kirin re ragihandin.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.