Dîroka bi dengbêjiyê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 5 Kanûn 2024 - 01:45

  • Dengbêj Miraz ku ji navçeya Panos a Agiriyê ye, bal bire ser giringiya dengbêjiyê û da zanîn ku dîroka Kurdan bi dengbêjiyê heta îro hatiye û got: Bila bi devê stranbêjan kilaman nebêjin, bila bi devê dengbêjan bibêjin.

Li herêma Serhedê ku cihê huner û hunermendan e, dengbêjî cihekî gelek taybet digire. Li hemû bajar, navçe, bajarok û gundên Serhedê tu dikarî rastî dengbêjan bê û ev kes çanda dengbêjiyê li ser pêyan dihêlin. Ji 7 salî heta 70 salî dengbêj hene û hema bibêje li ser hemû mijaran kilam gotin e. Lewma, di civaka Kurdan de ji ber ku dîroka Kurdan heta îro bi kilaman anîne dengbêjî pîroz tê dîtin. Yek jî ji van dengbêjan Dengbêj Mîraz (Îlhan Ûygar) ku ji gundê Hurkût ê navçeya Panos a Agiriyê ye. Dengbêj Miraz di salên 90’î de dema di Şaredariya Panosê de dixebite, dixwaze li ser dengbêjiyê albûmekê derbixe. Ji ber ku karekî fermî dikir, nekarî bi navê xwe yê fermî albûm derxîne, wî jî bi navê Miraz derxistiye. Meraqa Dengbêj Miraz ya ji bo kilam gotinê ji zaroktiya wî tê û hevjînê meta wî ku navê wî Silhedîn bû, Dengbêj Miraz hînî kilam gotinê kiriye. Piştre ji ber ku dengê wî xweş bû gava Dengbêj Miraz diçû civatekê, kilam bi wî didan gotin û ev nêzî 45 sal in kilaman dibêje.

Kilama Derwêşê Evdî

Dengbêj Miraz ku behsa jiyana xwe ya dengbêjiyê kir, da zanîn ku ew di 20 salên xwe yên ewil de amatorê dengbêjiyê bû û ev dora 25 sal in jî profesyonelî dengbêjiyê dike. Dengbêj Miraz, diyar kir ku kilama Derwêşê Evdî li ser wî texsîreke mezin kiriye û got: “Min kilama Dewrêşê Evdî ji Şakiro guhdar kir. Yekemîn qasedên Şakiro derketin û min ji wan qasedan guhdar kir. Ji sedî 90-95 sedema ku ez bibim dengbêj ev kilam bû. Min rû bi rû jî Şakiro naskir, lê min pê re kilam negotiye.”

Dengê Serhedê qûlingî ye

Dengbêj Miraz anî ziman ku heke ew bikaribin ciwanên Kurdan ji POP’a tirkan rizgar bikin, ev yek ji bo wan serkeftineke mezin e û got:“Dengbêjiya Serhedê tenê li ser evîniyê nîne. Qetlîam, şer hwd. jî di kilaman de hatine vegotin. Dengbêjiya Serhedê bi awayekî serbest tê gotin, bêkontrol e. Her kes li gorî dengê xwe dibêje û dengê Serhedê qûlingî ye. Lê weke mînak dengbêjiya botan bi enstirumanan hatiye terbiyekirin. Weke kilamên Erîvanê ne. Heke mirov kilamên Botan û Serhedê bîne ber hev, ez kilamên Botanê baştir û rasttir dizanim.”

Dengbêjiyê bandor kir

Di berdewamiyê de Dengbêj Miraz anî ziman ku di qeydên dewletê de komkujiya Geliyê Zîlan nîne, heke dengbêjî neba ti kesî ev komkujî nedizanî. Dengbêj Miraz, da zanîn ku lewma dewletê qaset an jî albûmên dengbêjan wê çaxê qedexe dikirin û malbatên dengbêjan ew qaset û albûm binax dikirin û diverşartin. Dengbêj Miraz, anî ziman ku dengbêjek bûyerekê yan jî mijarekê di mêjiyê xwe de teswîr dike û got:“Heke guhdarvan jî xwe di nava vê kilamê de bibîne bandoreke mezin li ser civakê çêdike. Li gor min bandora dengbêjiyê jî li ser hebûna Kurdan bandoreke mezin kiriye.”

Bûye mijara pere qezenckirinê

Dengbêj Miraz, destnîşan kir ku niha dengbêjî, kilam gotin weke tiştekî gelek hêsan tê dîtin û bûye mijara pere qezançkirinê. Dengbêj Miraz, diyar kir ku ev yek hinek jî sûcê civakê ye, lewma zêde ji dengbêjiyê heznakin û got:“Ciwanên niha mixabin hewesî (özenti) Tirkan dikin, Tirk jî ji Ewropa hewes dikin. Ji ciwanên me nêzî sedî 20 di telefonên xwe de dengbêjan guhdar dikin û ev tiştekî baş e. Her wiha gelek hozanên me yên nû jî kilaman xera dikin. Dengbêj dikare sê rojan bibêje û qet kilamê dubare neke. Dibêjin kesên wiha dengbêj.”

Dengbêjî teqlîd e

Dengbêj Miraz bal kişand ser meqamên dengbêjiyê û da zanîn ku her dengbêjek xwedî meqamekê ye. Dengbêj Miraz, destnîşan kir ku meqam dengê ji qirika dengbêjekî derdikeve ye û got:“Meqam şablon e û şablona dengbêja kurdî meqamê wê ye. Heke meqam nebe wê kê bizane kilam çiye? Bê meqam kilam qareqarê zêdetir tiştek din nîne. Her wiha dengbêjên niha jî meqama heyî teqlîd dike û vê teqlîdê jî xera dike. Ji xwe dengbêjî jî mirov dikare bibêje teqlîd e. Dengbêj Ferzê ji Evdalê Zeynikê teqlîd kiriye, Reso ji Ferzê teqlîd kiriye, Şakiro ji Reso teqlîd kiriye hwd. Lê Filîtê Axtepe dengbêjekî gelekî mezin e. Wî nêzî 13 salan li Bişêriyê dengbêjiya Emînê Perîxanê kiriye. Filîtê Axtepe meqamê Botan û Serhedê li hev daye û sentezek çêkiriye. Niha jî kes nikare li pey vê meqama nû ya sentez here. Lê mixabin qet bandên kilamên wî di piyasê de tune ne.”

Bi devê dengbêjan bibêjin

Dengbêj Miraz, anî ziman ku miletê Kurd hêj jî ji dengbêjiyê haydar nîne û heke pêbihese wê gelek baş be. Dengbêj Miraz, binê wê xêz kir ku dengbêjî hebûna Zimanê Kurdî ye û wiha got:“Dîroka Kurdan bi dengê dengbêjan heta îro hatiye. Ez ricayê ji dengbêjên nû dikim, bila reseniya kilamê xera nekin. Bila bi devê stranbêjan kilaman nebêjin, bila bi devê dengbêjan bibêjin.”

AW/BAZÎD EVREN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.