Bêstatubûn nahêle gerdûnî bibin

Nûçeyên Çand/Huner

În 6 Kanûn 2024 - 01:15

Her kes wî bi stranên “Jiyana Şehîd” û “Kurdo Marş” nas dike. Hunermend Bengî Agirî her kes wî ji Agiriyê nas dike lê belê ew ji Amûdê ye. Ew hem serxetî ye hem jî binxetî ye. Lê niha li Almanya dijî. Ji bav û birayê xwe feyza stranbêjiyê û muzîka kurdî werdigire û vê çandê didomîne. Bengî Agirî wiha behsa xwe dike:’’Ez li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê hatime dinê. Di sala 1969’an de. Ez ji dayik û bavekî Kurd ku bi eslê xwe ji herema Omeriya ne, çêbûme. Herema Omeriya heremek li Mêrdînê ye. Dayik û bavê min di salên 1930’î de hatine Rojavayê Kurdistane. Min xwendina xwe ya seretayî û ya navîn her du jî li bajarê ku lê çêbûme, qedandiye. Xwendina xwe ya bilind ya zanîngehê beşa civaknasî min li Şamê dest pê kir, lê min ne qedand mixabin. Ez niha li Elmanya li bajarê Dortmund ê bi malbata xwe re dijîm. Hema texrîben bêje ji 12 saliya xwe ve, ez bi hunerê re mijul im. Ji ber ku ji malbatek wisa hatime, ku him bavê min û him jî birayên min pir zêde bi helbestê re, bi stranê re mijul bûn. Bavê min tim helbestên Melayê Cizirî û Seydayê Cegerxwîn ji me re dixwendin. Li rojavayê Kurdistanê wê demê gelek komên muzîkê hebûn û birayê min jî di nav wan koman de cîh digirt. Di sala 1988’an de Koma Agirî hate avakirin. Ez jî di nav wan de bûm ji destpêkê ve. Koma Agirî me ava kir û min jî dûvre ev nav kir navê xwe jî. 

Divê em li berxwe bidin

Him muzîk jî û him siyaset jî, em gihîştine qonaxek, cîhek pir baş. Niha em êdî xwe dubare dikin, ji ber ku statuyek me tune ye. Mesele niha statuya me heba, em ne di jiyanek awarte de ban, me yê her carê projek, stranek, berhemek û klîbek çêbikira û ew ê çand wisa pêşde biketa. Wek mînak em dibînin ku li Rojava statuyek ango modelek çêbûye, em dibînin ku tiştên gelek hêja û baş çêdikin. Lê niha hemû jiyana me awarte ye, şer e, pevçûn e. Ji xwe di vir de Fermandarê QSD’ê û hêzên wir jî gotin ku ‘Divê em li ber xwe bidin’. Nêrîna min jî ew e ku em mejbûr in li ber xwe bidin. Ne tenê li Heleb, her wiha li hemû deveran em gerek li ber xwe bidin. Mirov şehîd bikeve jî, ji bindestiya wan çete û dewleta Tirk baştir e. Niha jî pêwîstî pê heye ku PKK ji “lîsteya terorê” derkeve. Ji ber ku qada navnetewî, em çi dikin bi statuya PKK’ê ve tê girêdan. Ji bo wê jî, ya esas û girîng ew e ku PKK ji “lîsteya terorê ya cîhanê” derkeve, ji bo ku wek alî, wek teref were dîtin û nas kirin. Heya ku ev pêk neyê, çi lîstokên qirêj û senaryo hebe, ew ê were pêşiya me.

Konserên taybet ne çanda me ye

Niha gelek konserên me yên “Vejînê” hene, ku ez bi xwe jî tev li bûm. Konserên tenê ez û taybet, ez ne fikirîme û nafikirim jî. Dibe ku şaş be jî ev fikra min e, lê çandek konsera ya taybet heye û ne çanda me ye. Çandek ewrûpiya ye. Aliyê din jî jiyana Kurdan, jiyanek awarte ye ji ber bûyerên li Kurdistanê diqewimin. Ev meseleyek exlaqî ye. Heke min konserek plan bikira û êrişek li ser Rojava bihata, min ê konsera xwe betal bikira. Lê gelek kes û hunermend nikarin vêya bikin. Ji bo wê jî ez dibêjim ev meseleyek exlaqî ye. Jiyana me, jiyanek awarte ye.

AW/SIYAMED SÎPAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.