Li navçeya Koyeyê hunermendê navdar ê Kurd Tahir Tofîq di 38’emîn salvegera koça dawiya xwe de hate bibîranîn. Di bîranînê de tekezî bi wê yekê hate kirin ku Tahir Tofîq hunermendê gelê Kurd hemû Kurdistanê ye.
Di merasîmê de, çend stran û parçeyên muzîkê ji aliyê hejmarek hunermend û koma Bawacî ve hatin pêşkêşkirin, ku ji bo bîranîn û berhemên hunermendê nemir hatibûn amadekirin.
Piştîwan Kakil ku yek ji hunermendên navçeya Koyeyê ye û endamê Koma Mûzîkê ya Bawacî ye axivî û bal kişand ser rola hunermend Tahir Tofiq û got; “Ew hunermendê gele, ne tenê yê Koyeyê, lê yê tevahiya Kurdistanê ye.”
Her wisa destnîşan kir ku salane di salvegera koça dawiya hunermend de, konserek li hola serokatiyê ya Zanîngeha Koyê tê lidarxistin, hunermend û komên mûzîkê yên ji bajarên din yên Kurdistanê têne vexwendin da ku vê salvegera bi heybet bi hev re pîroz bikin.
Piştîwan Kakil got: “Heta niha, li bajêr ji bo bîranîna vî hunermendî holeke rastîn nehatiye avakirin û dema ku hejmareke mezin ji mêvan û mirovan di hola heyî de amade bin, cihê her kesî nake. Ji ber ku salveger li Koyayê wekî Roja Hunerê hatiye destnîşankirin.”
Di merasîmê de, çend berhemên navdar yên hunermendê mezin Tahir Tofîq ji aliyê hunermendên beşdar ve hatin pêşkêşkirin.
Her sal, mirov ji çar aliyên Kurdistanê beşdarî vê merasîmê dibin. Ji ber ku Tahir Tofîq yek ji wan hunermendan tê hesibandin ku bi êşa gelê xwe re jiyaye û qet serê xwe li hember rejîma Baas ya Iraqê netewandiye.
Tahir Tofîq di 20’ê Cotmeha 1987’an de koça dawî kir û li goristana şehîdan a li navçeya Koyeyê hat veşartin.
ROJNEWS/KOYE