- Birayê Hozan Serhad Arif Alpdogan ku derbarê birayê xwe de axivî, da zanîn ku Hozan Serhad mirovekî pir mutewazî bû û got: Ji aliyê hunerê ve pir jîr bû, lê li ser wêje, felsefe û gelek mijarên din jî lêkolîn dikir.
Hozan Serhad bi navê xwe yê malbatî Suleyman Alpdogan, ji navçeya Panos a Agiriyê ye. Hozan Serhad di sala 1970’an de li navçeya Zêdkan a Agiriyê ku ji ber karmendiya bavê xwe koçî wir kiribûn, jidayîk bû. Piştî jidayikbûna Hozan Serhad 3 sal şûnde malbata Alpdogan dîsa vegeriyan Panosê û Hozan Serhad li vir mezûn bû. Hozan Serhad, hunermendek şoreşger bû. Hozan Serhad, di sala 1988’an de beşa Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Ege ya Îzmîrê di rêza duyemîn de qezenc dike. Piştî ku dikeve konservatuarê, li şûna tembûr, li ser tarzeke dubendî ku amûreke azerî ye, perwerde dibîne. Her wiha bilûr, gîtar, tembûr û klavyeyê jî lêdide. Hozan Serhad konservatuarê di rêza yekemîn de diqedîne û di sala 1991’an de li gel Yildiz ku di zanîngehê de hev nas kirine, li navçeya Kîvrîlî ya Denîzliyê dizewice. Hozan Serhad ku xebatên xwe yên hunerê di van salan de jî bênavber didomîne, di sala 1996’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.
Fêrbûna bi tembûrê
Birayê Hozan Serhad Arif Alpdogan ku niha li navçeya Panosê dijî, behsa zaroktiya Hozan Serhad kir û da zanîn ku ew ji ber memûrtiya bavê xwe çûne navçeya Zêdkan bi cih bûne. Arif Alpdogan, anî ziman ku piştî mirina bavê wan ew dîsa vegeriyane Panosê û got:“Serhad bû 2 salî em vegeriyane Panosê. Jiyana me li Panosê berdewam kir. Wê demê min bi qezenca xwe ya salekê tembûrek sitand. Ji ber ku me qezenca keda xwe ye salekê dabû wê tembûrê ji bo me pir bî nirx bû. Min dixwest ku tu kesek destê xwe nede tembûra min. Ez rojekê hatim malê û dengê tembûrê hat min. Min mêze kir Serhed li tembûrê dide. Lê ji ber ku Serhad piçûk bû, tiliyên wî nedigehiştê. Serhad wî çaxî hem tembûrê hîn bû û hem jî dest bi strangotinê kir.” Arif Alpdogan, da zanîn ku piştî Serhad lîse qedand ew bi hev re çûne Stenbolê û Serhad li wir bi tirkî albûmek bi navê “Gulo” derxist. Arif Alpdogan, diyar kir ku salek şunde ew çûn ku serî li fakûlteya konservatûarê ya zaningeha Egeyê bidin. Arif Alpdogan, anî ziman ku wê demê ketina konservatuara Zanîngeha Egeyê hêsan nebû û Serhad di ezmûna ketina konservatuarê de pûaneke pir bilind stand û got:“Qezençkirina wê ezmûnê qabîliyeteke mezin dixwest.”
Zewaca Hozan Serhad
Bi domdarî Arif Alpdogan, behsa zewaca Hozan Serhad kir û got:“Wê dema ji Denîzliyê hevaleke Serhed hebû, navê wê Yildiz bû. Xwestin bi hevre bizewicin, em jî çûn navçeya Kîvrîliyê ya Denîzliyê me daweta wan kir. Zewaca Serhad ji me re pir zehmet hat, ji ber ku hevala wî ji Denîzliyê bû û çanda me ji hevûdû pir cûda bû. Em hinekî nerazî bûn. Piştî zewaca wan 6 meh şûnde her duyan bi hev re berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Du re me fehm kir ku ji ber çûyina xwe zewicîne. Yildiz li Cizîrê hat girtin û 12 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hat birin. Du re me tu agahî ji Yildizê negirt û xeberneda.”
Hertim li ser Kurdî diaxivî
Di berdewamiyê de Arif Alpdogan, anî ziman ku Serhad dema pola yekemîn de dixwend, xwendekarên kurd ên Zaningeha Ataturkê ya Erzûromê organîzasyonek li dar xistin. Arif Alpdogan, diyar kir ku ew çûn tevlî wê organîzasyonê bûn û yekem car Serhad li zanîngeha Erziromê straneke kurdî got: “Piştî Serhad hêj jî min nebihîstiye ku yekî li zanîngeha Erziromê straneke kurdî gotiye. Serhed ji ber ku hêla çand û hûnerê pir serkeftî bû, min jê re di got Egeyê çanda Erebî,Turkmen,Farisî hene li ser wan bixebite. Serhed ji min re got ez ê li ser kurdî bixebitim, ji ber ku kurdî winda bûye û çi tiştên veşartî hebe divê em derxin holê.”
Pir mirovekî mutewazî bû
Arif Alpdogan, bal kişand ser derketina Hozan Serhad a Ewropayê û got:’’Serhad dema çû Ewropayê ji ber ku telefon, înternet hwd. nebûn me nedikarî bi rehetî hevdû re biaxivin. Me tenê salê du sê caran xeber dida û dema ku me hevdû re diaxivî jî li ser huner û çandê çavkanî ji min dixwest. Li ser van çavkaniyan xebitî û çend stran û pirtûkên nû nivîsandin. Meraqa Serhad ji çand û hunerê hêj di zaroktiyê de dest pê kir. Dema ku stranek guhdar dikir 10 rojan şûn de melodiya wê derdixist. Serhad pir dixwend û tenê ne li ser muzîkê, li ser wêje, felsefeyê jî lêkolîn dikir û dixebitî. Serhad pir mutevazî, henekwar bû û ji ber wê jî pir hevalên wî hebûn. Ji nufûsa Panosê sedî heştê hevalên Serhed bûn û pir dihat hezkirin.”
AW/AGIRÎ