Bi nêzîkatiya hunermendekî şer kir

Çarşem 26 Mijdar 2025 - 03:50

  • YPG’ê fermandarê efsanewî yê berxwedana Kobanê Masîro Xabûr bi bîr anî û got:"Yek ji afirînerê têkoşîna me ya îro, ku bi navê QSD’ê şênber bûye û li nav tevahî gelên Sûriyeyê belav bûye bêguman hevalê Masîro bi xwe ye."

Fermandariya Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê şehadeta yek ji fermandarên efsanewî yên berxwedana dîrokî ya Kobanê û endama Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Masîro Xabûr de daxuyaniyek weşand û wiha got:’’Bi xemgîniyeke mezin me bihîst ku yek ji fermandarên efsanewî yên berxwedana dîrokî ya Kobanê û her wiha endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê heval Masîro Xabûr gihaştiye şahadetê. Di sala 2013’an de gefên mezin ên komkujiyên li ser gelê me zêde bûbûn û ji ber vê jî hevalê Masîro bi komeke gerîlayan re ji çiyayên Amanos derbasî Efrînê bû û tevlî hewldanên parastina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bû. Bi saya ezmûna xwe ya dirêj a şerê li çiyayên Kurdistanê, heval Masîro pêşengiya şervanên YPG-YPJ kir. Piştî ku demek kurt beşdarî berxwedana berdewam a li Efrînê derbasî Kobanê bû. Ji destpêkê ve, heval Masîro beşdarî xebata ku di nav gelê Kobanê de yekitî avakirinê bû û gel beşdarî xebatên parastinê kir. Heval Masîro ne tenê bandor li gelê Kobanê, di heman demê de li gelek ciwanên li Bakurê Kurdistanê jî tesîreke mezin kir, wan teşwîq kir ku piştgiriyê bidin şoreşa Rojava.

Navê xwe li dîrokê nivîsand

Heval Masîro bi moral û perspektîfên dida hêzên xwe, zexta psîkolojîk a dijmin şikand. Heval Masîro şêwaz û taktîkên çeteyên DAIŞ'ê zû fam kir û fêm kir ka çawa li dijmin bide. Her ku êriş çeteyan zêde dibûn, şervanên berxwedana Kobanê, bi pêşengiya Heval Masîro, bi nêzîkatiyek tîmê mobîl ji piştê ve dijmin dorpêçkirin û ji nişka ve li çeteyên DAIŞ'ê xistin û ew di şoqê de hiştin. Li ser vê bingehê, wî bi nêzîkatiya hunermendekî, bi baldarî û bi êrişên zirav zanibû derbên giran li çeteyan bide. Bi taktîkên şer ên pêşketî yên Fermandar Masîro, çeteyan derbên giran xwarin. Ew şerê ku, Serokwezîrê Tirk Erdogan digot; "Kobanê ket ha dê bikeve!" veguherî berxwedaneke mezin û Kobanê  weke Stalîngrada serdemê navê xwe li dîrokê nivîsand. Piştî rizgarkirina Kobanê, Fermandar Masîro di pêngavên rizgarkirina Bendava Tişrîn û navçeya Sirrînê jî di nav koordîna şer de cih girt. Piştî demeke kurt bi rizgarkirina van deveran şûnde bajarên Eyn Îsa û Girê Spî jî dê ji çeteyên DAIŞ'ê bihatana rizgarkirin. Dîsa heval Masîro van pêngavan koordîne dikir. Heval Masîro, ku li eniya Firatê serkeftinên mezin bidest xist, di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ'ê de beşdarî koordînekirina pêngavên Hol û Şedadê jî bû. Heval Masîro di vê pêvajoyê de, wek fermandarê tabûrên mobîl, gav bi gav li kêleka hemû şervanên xwe di şerê li dijî DAIŞ'ê de cihê xwe girt. Heval Masîro, piştî ku bi ezmûna xwe ya fermandariyê ku derbên giran li DAIŞ'ê da, di mehên destpêka sala 2016'an de vegeriya çiyayên Kurdistanê.

Nîşan da ku şoreşgerek çawa be û çawa bijî?

Gelê me bi rêya heval Masîro fêm kir ku fermandar û şoreşgerek divê çawa be û çawa bijî. Xwezaya wî ya gelêrî her gav ew nêzîkî gel dihişt. Ew xwedî sekneke wisa xurt bu ku, siyaseta dijmin a ku Kurdistan bi sînoran parçe dike paşguh kir.  Her wiha dema ku li deverên Bakur şer dikir, wî sînor derbas kir û hat ku şoreşa Rojava biparêze. Her kêliya ku ew li Rojava bû, bê rawestan ji bo azadiya gelê me şer kir û bû xwedî kedeke mezin. Hevalê Masîro, di dema xwe ya di şoreşa azadiya Rojava de mîraseke têkoşîna bênavber ji me re hişt. Her fermandar û şervanekî/e YPG-YPJ'ê ku li kêleka heval Masîro şer kir û ew nas kir, helwesta wî ya şer û fermandariyê wekî mînak girt û têkoşîna me heta roja îro anîn. Yek ji afirînerê têkoşîna me ya îro, ku bi navê QSD’ê şênber bûye û li nav tevahî gelên Sûriyeyê belav bûye bêguman hevalê Masîro bi xwe ye. Li ser bingeha felsefeya berxwedana şoreşgerî ya Apociyan, hemû gelên Sûriyeyê di têkoşîna hevpar de cihê xwe girtin. Bêguman em ê kevneşopiya berxwedanê ya ku heval Masîro ji me re hiştiye heta dawiyê biparêzin. Em careke din soz didin ku em ê mîrasa berxwedanê ya hemû şehîdan ji me re hiştiye, di şexsê Fermandar Masîro Xabûr de heta dawiyê biparêzin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.