Li Marsîlyayê konsera ‘Hebûn û Azadî’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 25 Mijdar 2025 - 02:50

Konsera ‘Hebûn û Azadî’ bi pêşengiya TEV-ÇAND Ewropa û Navenda Civaka Demokratîk a Marsilyayê li Aix-en-Provenceyê hat lidar xistin. Ji Aix-en-Provence, Marsilya, Draguignan, Marignane û bajarên derdor tevlîbûneke xurt çêbû.

Mordem Heval, di konserê de axivî û diyar kir ku 27’ê Mijdarê ji bo gelê Kurd tê wateya ‘vejînek nû, hebûn û ji nû ve serî rakirin.’ Heval, da zanîn ku di têkoşîna 47 salan de berdêlên mezin û êşên giran hatine jiyîn û got lê îro pêvajoyeke nû ya ji nûve avakirinê dest pê kiriye.

Konsera Hebûn û Azadî li Marsîlyayê bi performansek xurt a Koma Folklorê ya Jinên Ciwan ên Marsîlyayê dest pê kir. Piştre Hozan Kawa, Hozan Menal, Rênas Demhat û Dilber Kobanê derketin ser dikê û reng dan çalakiyê.

Festîval bi performansên xurt ên hunermendan ku heta derengiya şevê berdewam kirin, bi dawî bû.

ANF/AIX EN-PROVENCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.