
- Festîvala Filman A Amedê di 7 û 14’ê Berfanbarê de dest pê dike. Bernameya festîvalê jî hêdî hêdî diyar dibe û filmên ew ê werin nîşandan li ser hesabên medyaya civakî yên festîvalê hatin parvekirin.
Festîvala Fîlman a Amedê îsal di navbera 7 û 14'ê meha Berfanbarê de cara 3’an tê lidarxistin. Festîval bi dirûşmeya; “Dinya bi çîrokan tê ba hev” li dar dikeve û ji bilî filmên Kurdî ji dinyayê jî gelek film nîşan dide. Filmên ku di beşa neteweweyî de weke Metrajdirêj, Belgefilm û Kurtefilm tên nîşandan di bin banê sernavê “Rêwîtiya Sînemaya Kurdî” hatine komkirin. Di beşa navneteweyî de jî dîsa ew ê filmên metrajdirêj, belgefilm û kurtefilm hebin. Hinek ji van filman di festîvalên sînemayê yên li dinyayê de hatine nîşandan û xwedî xelatên girîng in.
Li gel nîşandana filman “Fona Projeyan A Sînebîr”ê jî heye. SÎNEBÎR weke yekîne/sînemateke Şaredariya Bajarê Mezin A Amedê xebatên sînemayê dibe serî. Ev fon hewl dide piştgiriyê bide senaryoyên Kurdî yên filmsazên Kurd û ji bo karibin filmên xwe çêbikin barê wan hêsantir dike. Ji bo îsal 50 proje gihîştin ber destê komîteyê. Ji nava van projeyan ango senaryoyan; 5 metrajdirêj, 5 belgfilm, 5 jî kurtefilm bi tevahî 15 proje/senaryo hatin hilbijartin da ku derkevin pêşberî jurî. Fona Projeyan A Sînebîr ew ê îsal ji her beşê filmekî bineqîne û xelat bide 3 projeyan.
Festîvala Fîlman a Amedê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve tê organîzekirin. Festîvala Fîlman A Amedê ji ber dagirkirina qeyûman ev 8 sal bûn nedihat lidarxistin. Festîval piştî navberek dirêj dîsa bi temaşevanên Amedê re tê gel hev û hewl dide meydana sînemayê geştir bike.
Filmên ku di bin sernavê “Rêwîtiya Sînemaya Kurdî’ de tên nîşandan ev in;
- EZMÛN-Derhêner Şewket Emîn KORKÎ
- DAYIKA ELÎF-Derhêner Kazim OZ
- HÊVÎ-Derhêner Orhan ÎNCE
- THE VIRGIN AND CHILD-Derhêner Binevşa BÊRÎVAN
-ROJBAŞ-Derhêner Ozkan Kuçuk
-DEMSALA NAN-Derhêner Emîr HASSANPOUR - Enwer HASSANPOUR
- BIHAR- Derhêner Cemîle ŞAHÎN
- DEMO KE PELÊ GOZAN BENÎ ZERD-Derhêner Memhet Alî KONAR
- SIEGER SEIN-Derhêner Solîn YUSEF
- BAGHDAD MESSI-Derhêner SAHIM OMAR KALIFA
- PÎREBOK-Derhêner Lutfî İRDEM
- BERIYA ŞEVÊ-Derhêner Alî Kemal ÇINAR
- CÎRAN- Derhêner Mano Xelîl
- ZALAVA-Derhêner Erselan AMÎRÎ
- SONNE-Derhêner Kurdwîn EYÛB
- UÇAN KOFTECİ-Derhêner Rezan YEŞÎLBAŞ
Belgefilmên Kurdî
-KARDEŞ TÜRKÜLER Derhêner-ÇAYAN DEMİREL-AYŞE ÇETİNBAŞ
-LI KURDISTANÊ ŞEV Û MIJ-Derhêner SHILAN SAADÎ
-XALKO-Derhêner SAMİ MERMER-HIND BENCHEKROUN
- ALLIHOPA: THE DALKURD STORY- Derhêner KARDO DOSKÎ
- RA- Derhêner DEVRÎM TEKİNOĞLU
- ALL THE MOUNTAINS GIVE- Derhêner ARASH RAKSHA
-LI BAXÇEYÊ ME DAREKE ZEYTÛNÊ HEBÛ- Derhêner MIRAL KILO
Projeyên fînalîst ên Sînebîrê
Metrajdirêj
Dîroka Wenda-Alî Kemal Çınar
Pantor-Tahsin Özmen
Dema Ez Zarok Bûm-Rowal Navgundî
Eynat-Orhan Înce
Çavên Ji Baranê Şiltir-Amîr Xulamî-Edrîs Abdî
Belgefilm
Dest-Cîhad Îlbaş
Hucre- Takekes, Laş- Civat-Zelal Sadak
Masre-Mecnur Laçîn
Dengên Winda-Maryam Samadî
Mêrdîna Jinan-Bêrîvan Saruhan
Kurtefilm
Kulîlk-Recep İçen
Xêza Revînê-Mehmet Oruç
Tirsa Bê Dawî-Gökhan Özdemir
Çelemîn roj, Pemra û Sêv-Ferhadê Mihemed
Tarî û Ronahî- Raber Îbrahîm
NAVENDA NÛÇEYAN















