Parêzer Mîlad Penahî Pur diyarkir ku duh hunermend Persitu Ehmedî û mûzîkjen Îhsan Beyrexder û Suhêl Feqye Nasrî, li parêzgeha Mazinderan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin. Mîlad Penahî da zanîn ku hunermend Persitu Ehmedî ya xelkê bajarokê Nuşehrî ya ser bi parêzgeha Mazinderan, di 13’ê Kanunê de li parêzgeha İzd tevlî konserê bibû. Mîlad got ku Persitu Ehmedî di konserê de bê perûş derketibû û strana ‘Xwîna ciwanên gel’ gotibû. Hêjayî gotinê ye di dema şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hunermend Peristu Ehmedî strana ‘Xwîna ciwanên gel’ pêşkêşî xwepêşanderan kiribû û di sala 2023’an de jî ji ber stranê gilî lê hatibû kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN