Li Silêmaniyê li ser berhemên helbestvanê Kurd ê mezin Mewlewî, yekemîn Konferansa Zanistî ya Navneteweyî hate lidarxistin. Çalakî li salona konferansê ya Zanîngeha Silêmaniyê bi pêşengtiya Rêveberiya Zanîngeha Silêmaniyê û Malpera Mewlewî hate lidarxistin. Konferans ji 8 panelan pêktê û wê du rojan berdewam bike. Di panelan de wê nirxandin li ser beşên Mewlewî li ser helbest nivîsandî were kirin. Di çalakiyê de hejmarek berçav ya kesayetên ji beşên cuda yên civakê û wêjevan beşdar bûn. Serokê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Kosar Elî bi gotarekê ragihand ku di pêşdebirina nasnameya Kurdî û çanda Kurdî de şopdar û kesên ku ji Mewlewî bandor bûne, xwedî rolin û bi eleqeyek mezin li vê konferansa zanistî dinêrin.
Her wiha Serokê Lijneya Zanistî ya Konferansê Dr. Mihemed Tatanî axaftinek pêşkêş kir û got:“Gotarên ku di konferansê de hatine pejirandin ji welatên cuda yên wek Elmanya, Misir, Cezayîr, Yemen, Iraq û Herêma Kurdistanê hatine. Di dema borî de gelek mîhrîcan û lêkolîn li ser Mewlewî hatiye lidarxistin. Lê ev konferans li ser Mewlewî xebata zanistî ya herî tekûz û berfirehe. Ji ber ku giringî ne tenê ji bo helbestên wî, her wiha giringî ji bo tevajî berhemên Mewlehî hatiye dayîn.”
Piştre hinek parçeyên Honrawî yên Mewlewî bi şêweyê meqam û beste ji aliyê Koma Muzîkê ya Aran ve hate pêşkêşkirin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ