Şanoya Kurdî li Botanê zîl dide

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 21 Kanûn 2024 - 01:15

  • Li Silopiyayê ku piştî salan cara yekem şanoya kurdî hat vekirin, di nava 4 mehan de 6 şanoyên kurdî hatin nivîsandin. Mamosteyê şanoyê Mahsum Asîlkan da zanîn ku ew ê li hemû bajarên Kurdistanê bigerin û got: "Heger derfet çêbibe em dixwazin biçin hemû bajarên Kurdistanê û Ewrûpayê û listîkên xwe bilîzin." 

ZEYNEP DURGUT / MA / ŞIRNEX

Di sala 2014’an de piştî qeyûm tayînî şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin kirin, gelek saziyên hunerî û çandê yên di bin sîwaneya şaredariyê de kar dikirin jî hatin girtin. Heman pêkanînên dewlete berdewam kirin û di sala 2016'an de jî şûna hevşaredarên HDP'ê qeyûm hatine tayînkirin û şaredarî hatin xespkirin. Yek ji şaredariya ku qeyûm nehatibû tayînkirin jî Şaredariya Silopiya ya Şirnexê bû. Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê ku di serdema şaredariya HDP'ê de hatibû avakirin, di 21'ê Sibata 2024'an de hate vekirin. 8 sal piştî vekirina Navenda Ziman, Çand û Hunerê cara ewil e ku qursên şanoya Kurdî tên dayin. Li bajarê ku piraniya wê bi Kurdî diaxivin, yekem care ku qursên şanoya Kurdî tên destpêkirin û ciwanên herêmê ku qebîliyeta wan a şanoya Kurdî heye perwerdehiya şanoya kurdî dibînin.  Şanoya Kurdî ji aliyê ciwan û jinan ve rastî eleqeyeke mezin tê. Ji niha ve lîstikên Kurdî jî tên amadekirin. 

Mamosteyê şanoya Kurdî Mahsum Asîlkan têkildarî xebatên şanoyê axivî. 

Dev ji Tirkî berdide û bi Kurdî dinivîse

Mamosteye şanoyê Mahsum Asîlkan ku beriya niha li Stenbolê senaryoyên bi tirkî dinivîsand û dilîst, piştre biryar dide ku bi zimanê dayika xwe şanoyê bike. Asîlkan, diyar kir ku cara yekemîne ku li Botanê şanoya kurdî vedibe û got: "Beriya ku ez werim vir li Stenbolê dixebitîm. Di filman de dilîstim û min senaryo dinivîsand. Heke ku mirov li xerîbiyê be, mirov bêriya welatê xwe dike. Min lê mêze kir ku li bajarê me de di hêla şanoya kurdî de gelek valahî heye. Her wiha li Stenbolê şanoya ku min perwerdehiya wê dît jî ne bi zimanê me bû, cil û bergên wan ne çanda me bû. Min jî biryar da û got,'ez ê biçim welatê xwe û şanoya xwe bi zimanê xwe bikim.' Piştî ku ez hatime vê derê jî min valahiyeke mezin dît. Piştî tayînkirina qeyûman her tiştek hate desteserkirin û girtin. Beriya qeyûman jî û piştî qeyûman jî şano li vir nebû. Di hêla hunerê de li vir tiştek nebû. Heke mirov bixwaze civakekê qir bike mirov di serî de çand û hunera wî ji holê radike û asimle dike. Me jî bi armanca bi hêzkirina şanoya bi zimanê dayikê li vir cihê xwe girt." 

Di 4 mehan de 6 lîstik 

Asîlkan, da zanîn ku wan 6 lîstik amade kirine û wiha domand: "Niha 25 şanogerên me hene. Me ji bo 25'ê Mijdarê lîstika 'Jin Jiyan Azadî' nivîsand û lîst. Lîstikvan hemû jin bûn. Ev lîstik ji bo me hem dîrokî bû û hem jî yekem bû ku li Botanê lîstikeke kurdî tê nivîsandin û lîstin. Me 6 lîstikên din jî nivîsandine. Yek û yek niha em prova wan dikin û em ê di demekî nêz de pêşberî gelê xwe bin. Ji bo Newrozê me lîstikek amade kiriye em ê wê pêşkeş bikin." 

‘Em êşên xwe bi zimanê xwe vebêjin’

Mahsum Asîlkan anî ziman ku ew ê biçin hemû bajarên Kurdistanê û lîstikên xwe pêşkeş bikin û wiha pê de çû: "Bi saya derhênêrekî min biryar da ku ez bi kurdî şanoyê binivîsim. Wî, ji min re got, 'Welatê we di hêla çand û hunerê de dewlemend e, li şûna ku tu senaryoyan bi tirkî binivîsî bi zimanê xwe binivîse û bilîze.' Ev gotina wî ez bandor kirim û min got, 'li şûna ku ez 10 seatan ji bo roleke tirkî biçûk bisekinim, ez ê biçim welatê xwe û şanoyê bi zimanê xwe bikim.' Her welatekî şanoya xwe heye. Çima kurdan şanoya bi zimanê xwe nebe. Em dixwazin ku bajêr bi bajêr bigerin û şanoya xwe bi zimanê xwe bikin. Niha jî em ji Spanyayê bi komeke şanoyê re di têkiliyê de ne. Ev kom bi taybetî li ser şanoya Kurdî lêkolînê dike. Heke ku derfet çêbibe em dixwazin ku biçin hemû bajarên Kurdistanê û Ewrûpayê û listîkên xwe bilîzin. Em dixwazin ku hemû ciwanên me bên û şanoyê bi zimanê dayika xwe bizanin. Em êşên xwe, derdên xwe bi zimanê xwe bînîn ziman."

Jin bi şanoyê astengiyan radikin

Ji xwendekarên şanoyê Evîn Oluca (44) da zanîn ku ji bo ku ew niha di nava şanoya Kurdî de cihê xwe digire pir keyfxweş û bi kelecan e û got: "Di navenda Eyşe Şanê de ez hem di şanoyê de û hem jî di qursên Kurdî de perwerdehiya bi ziman dibînim. Ez pir keyfxweş im ku li vir im. Weke jin ez dixwazim ku di şanoya Kurdî de cih bigirim. Bi zimanê xwe gelê xwe bikenînim. Em pir kelecan in ku li vir perwerdehiyên şanoyê dest pê kirin. Bangawaziya min li jinan heye ku heke ku di şanoyê de serkeftî bin bila bên bi zimanê dayika xwe perwerdehiya şanoyê bibînin. Ev cara yekemîne ku ez di şanoyê de cih digirim. Weke jin civak ji me re astengî derdixînin lêbelê em wan astengiyan dişkînin û li ser xwe nadin qebûlkirin." 

‘Bila hes tû kenê me bi Kurdî be’

Ji xwendekaran Yûsûf Abalak (20) jî got ku ew dixwaze ku bi zimanê dayikê şanoyê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di destpêkê de ez ji bo ku hînî tembûrê bibim hatibûm vê derê. Çend mehan min perwerdehiya tembûrê dît û piştre min dît ku şanoya Kurdî heye û min got ez xwe bielimînim şanoya bi Kurdî jî. Min di destpêkê de bawer nedikir ku ez ê şanoya Kurdî de bilîzim lê piştî ku min dest pê kir min zanî ku ez ê karibim bikim. Hîna em derneketine pêşberî gelê xwe û derneketime ser dikê lê niha em amadekariyan û provayan dikin. Me lîstikên xwe amade kirine û em ê demek nêz de yek û yek bilîzin. Cara ewil e ku ez di şanoya Kurdî de dilîzim. Banga min ji ciwanên Botanê re ew e ku şûna ku bi zimanekî din şanoyê bizanin bila bên bi zimanê xwe şanoya xwe bikin. Bila hestên me, kenê me bi Kurdî bin. Jiyan bi kurdî xweş e." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.