Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Adar 2026 - 16:00

  • Pirtûka Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk di Newrozê de digihêje ber destê xwendevanan. Manîfesto bi sûdwergirtina ji nirxandinên Rêber Apo yên piştî 27'ê Sibata 2025'an hate amadekirin û ji aliyê Weşanxaneya Meyman ve hate weşandin.

Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk wê di çalakiyên Newrozê de yên li Ewropayê, li ser standên Weşanxaneya Meymanê be.

Pirtûk her wiha li Navendên Civaka Demokratîk ên li Ewropayê û li ser malpera fermî ya Weşanxaneya Meymanê www.meyman.org dikare bê peydakirin. Wergera manîfestoyê ya bi zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî jî destpê kir. Pirtûk wê hefteyên bê bi herdu zaravayan jî bê weşandin.

Manîfesto bi sûdwergirtina ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibata 2025'an û nirxandinên Rêber Apo yên du demên cuda ji aliyê komîsyonekê ve ji weşanê re hate amadekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

* * *

 

‘Kovara Dîcle’ hejmara 39’an derxist

 Hejmara 39’an a Kovara Dîcle’yê ya Adar-Nîsan, bi mijarên taybet û dewlemed ên derbarê Rojbûna Rêber Apo, Çarşema Serê Nîsanê, Newroz, Êzidî li Sûriye û Rojava, civaknasî û lêgerîna xwebûna jin, civaka exlaqî-polîtîk û Êzidî û jiyana komîn derket.

Hejmara 39’an a Kovara Dîcle ya Adar-Nîsan bi rojevên taybet û dewlemend derket. Kovar ku bi zimanê Kurdî û Erebî ye, gelek mijarên derbarê rojên taybet ên Adar û Nîsanê de, her wiha derbarê civaka exlaqî û polîtîk, jiyana komîn, şehîdan, dîrok-çand, tendûristî de derket.

Di beşa kurmancî û Erebî ya Kovara Dîcle’yê de perspektîfa Rêber Apo ya li ser dewlet netewe, civaka exlaqî û polîtîk cih girt ku têde dibêje: ‘‘Hêmanên berxwedanê yên li Rojhilata Navîn hê bihêz in, nîşan didin ku hêmanên exlaqî û polîtîk weke tê yeqîn kirin, lawaz û qesl nînin. Ferd û komikên bêexlaq û bêpolîtîka nikarin li ber xwe bidin.’’

Meha Nîsanê ku ji bo civaka Êzidî û gelê Kurd meheke pîroz e, ji aliyê Ronya Azadî ve bi sernava, ‘Nîsan; Kewna gerdûnê û kewna jiyana azad’ ve ku zêdetir balê dikişîne ser Rojbûna Rêber Apo, Dayê Xoxê Cindî jî behsa wateya ‘Çarşema Serê Nîsanê’ ji bo Êzidiyan dike.

Îbrahîm Êzidî li ser şêwazê jiyana komînal li civaka Êzidî de û Osman Ergîn jî li ser xweza, agir, Newrozê nivîsîne. Akademiya Jineolojiyê jî balêdikişîne li ser civaknasiya jin û lêgerîna xwebûnê. Xelîl Baran jî bi nivîseke edebî wate û pîroziya ‘Roj’ê di felsefe û baweriya Êzdayetiyê vedibêje. Di beşa şehîdan de jî cih ji portre û nasnameya şehîda ragihandina Azad, Nûjiyan Erhan a li Xanesora Şengalê di encama gulebarana çekdarên Roj ên ser bi PDK’ê de şehîd bûbû û Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a Şengalê Sadûn Mîrza re hate dayîn. Di beşa tendûristiyê de jî Dr. Devrîm Alp li ser avahî û taybetmendiyên Vîrûsê nivîsiye û cih daye hişyariyên xweparêziya ji vîrûsan. Di beşa Erebî ya kovarê de jî nivîsa Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso ya li ser berxwedêriya nasnameya Êzidiyan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hatiye weşandin.

Di kurmanciya aramî de jî (Behdînî) beşek ji pirtûka ‘Rêhevalê Rojê Mam Zekî Şengalî’ ya li ser Şengalê nivîsiye hatiye dayîn.

ROJNEWS/ŞENGAL

 

* * *

Ji Awazê Çiya klîpa ‘Newroza Azadiyê’

Koma Awazê Çiya ji bo Newroza 2026'an ku bi dirûşma 'Yekîtî, Azadî û Demokrasî' tê pîrozkirin klîpek bi navê 'Newroza Azadiyê' amade kir.

Awazê Çiya di salvegera 2638'emîn a Newroza Azadiyê de Newroz di serî de li Rêber Apo, di şexsê Kawayê Hemdem şehîd Mazlûm Dogan de li şehîdan, li gelê Kurd û hemû dilxwazên azadiyê pîroz kir.

Awazê Çiya diyar kir, di demekê de ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û gelê Kurd gelekî nêzîk e, ew ji her demê bêhtir bi kelecaneke mezin vê Newrozê pêşwazî dikin û got, "Di demekê de ku li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gelê me di nava yekîtiyê de ye, ji aliyê hişmendiya neteweyî ve em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Sînorê dagirkeran ên li ser cografya Kurdistanê hatine danîn, bi têkoşîna ji bo azadî û yekîtiyê her roj parçe dibe û bê wate dibe. Têkoşîna 53 salan a Rêber Apo gelê me gihand vê astê. Dem hatiye ku gelê Kurd li nava gelên cîhanê bi rengekî bi rûmet cihê xwe bigire. Kurd û Kurdistan bûne rastiyeke ebedî. Bi coşa mezin a Newroza 2026'an em berxwedana gelê xwe ya li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê silav dikin û Newroza wan ji dil pîroz dikin.

Ji bo keda şehîdan û gelê me yê qehreman, ji bo bibe dilopek li nava okyanûsê weke Awazê Çiya em bi hunera xwe dixwazin vê Newrozê pêşwazî bikin û pêşengiyê bikin. Ji ber vê yekê em berhema xwe ya nû ku me bi navê 'Newroza Azadiyê' amade kiriye, diyarî gelê xwe dikin. Em careke din weke hunera şoreşa azadiyê cejnê li her kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide û kedê dide, pîroz dikin. Bila her rojeke we weke Newrozê be."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.