
- Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku zarok bigihîjin pirtûkan û xwesteka xwendinê di nava wan de xurt bibe projeyeke nû xist meriyetê. Projeya “Sindoqa Çîrokan” ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî-Weşan û Têkiliyên Gel ve tê birêvebirin, armanc dike ku pirtûkên çîrokan bigihîne destê zarokan.
Di çarçoveya projeyê de, bi diyarkirina pirtûkan ji bo xwendekar û zarokan, tê armanckirin ku ew nirxên çandî binasin, fêrî xwendina pirtûkan bibin û di warê civakî de pêş bikevin. Di vê çarçoveyê de, li deverên diyarkirî yên bajêr sindoq hatin bicihkirin û tê hêvîkirin ku welatî piştgiriyê bidin vê projeyê.
Li sê cihên bajêr sindoq hatin bicihkirin
Di çarçoveya projeyê de; li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê û li Navenda Jiyana Hevbeş a Sumerparkê “Sindoqa Çîrokan” hat bicihkirin. Pirtûkên ku li van deran bên hiştin, dê bên komkirin û bigihin destê zarokên ku hewcehiya wan bi pirtûkan hebe.
Tê plankirin ku pirtûkên bên komkirin, ne tenê li navçeyên navendî, her wiha li gundan jî bigihin destê zarokan. Bi vî awayî armanc ew e ku bêtir zarok bigihîjin pirtûkan û çanda xwendinê berfireh bibe.
Pirtûk dê bigihin destê zarokan
Pêvajoya komkirin û belavkirina pirtûkên çîrokan dê ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî-Weşan û Têkiliyên Gel ve bê meşandin. Bi piştgiriya welatiyan, pirtûkên çîrokan ên ku bên komkirin dê bigihin zarokên hewcehiya wan pê heye û bi vî awayî tê armanckirin ku bêtir zarok xwe bigihînin pirtûkan. AW/AMED
* * *
Roja Cilûbergên Kurdî pîroz kirin
Koma Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU-KURDÎ) li Ofîsa Ciwanan a zanîngehê bi armanca 10’ê Adarê Roja Cil û Bergên Kurdî bernameyek li dar xist û roja cil û bergan pîroz kir. Di bernameyê de pankarta “YYU-KURDΔ û “Roja Cil û Bergên Kurdî Pîroz Be” hatin vekirin û xwendekaran li ser giringiya xwedîderketina çanda Kurdî nîqaş kirin. Di bernameyê de helbest hatin xwendin û govend hat gerandin.
YYU-KURDÎ bi vê bernameyê armanc kir ku di nava xwendekarên zanîngehê de çand û nasnameya Kurdî zindî bike. Bi vê boneyê gelek xwendekar bi cil û bergên xwe yên herêmî hatin zanîngehê û tev li bernameyê bûn. NAVENDA NÛÇEYAN
* * *
Ji Alî Tekbaş klîpa ‘Babê Beşîr’
Hunermend Alî Tekbaş bi rêya hişî çêkirî bi dengbêjê nemir Mihemed Arif Cizîrî re stranek got û wekî klîp belav kir. Ev stran qala şerê Axayê Omeriyan Ehmedê Silêman dike.
“Babê Beşîr” ango Axayê Omeriyan Ehmedê Silêman, di bîrdanka Kurdan de cihekî girîng digire. Stran qala salên 1920’î û lêgerîn û şikestên serok û serkirdeyên Kurd dike.
Ev stran beşeke girîng a çanda devkî ye û heta îro hatiye.
Dueta bi hişê çêkirî
Alî Tekbaş bi rêya teknolojiya pêşketî vê stranê bi dengbêjê nemir Mihemed Arif Cizîrî re dibêje. Hunermend bi vê berhemê wê serdemê bi roja îro ve girê dide. Klîp nîşan dide ku dema Kurd yekgirtî bin dê çawa bi ser bikevin û wêranî dê cihê xwe bide avedaniyê. Gotin û awazên stranê ji aliyê Mihemed Arif Cizîrî ve hatine danîn. Aranjeya wê ji aliyê Alî Tekbaş û Levent Canen ve hatiye çêkirin. Derhênerê klîpê Cahît Çeçen e û klîp bi temamî bi hişê çêkirî hatiye amadekirin.
Beşek ji gotinên stranê yên di klîpê de wiha ne:
"Kes ne dost e ne bira ye,
Çavê hemûyan li warê me ye,
Baweriya me bi hev du heye,
Wele babê mino em ne çar in yek parçe ne,
Axa me ye ew Kurdistan e."
NAVENDA NÛÇEYAN







