Apê Feqî; Seydayê zimanê Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Adar 2026 - 18:10

  • Feqî Huseyîn Sagnıc bi berhemên xwe yên wekî “Dîroka Wêjeya Kurdî”, “Hêmana Rêzimana Kurdî” û “Pêşerîya Hewisîna Zimanê Kurdî” re bingeha standardkirin û fêrbûna Kurdî ya nûjen datîne. Di dema herî tarî ya qedexeyê de bû sembola parastina nasnameya Kurdî.

 

ADAR PÎROZ

Di dîroka wêjeya Kurdî de hin kesayetên ku wekî pirekê di navbera kevneşopiya medresê û ronakbîriya nûjen de radiwestin, hene. Yek ji wan jî Feqî Huseyîn Sagnıç e. Yan jî bi nasnavên xwe yên gelêrî “Apê Feqî” û “Mamê Feqî”. Ew ne tenê zimanzan û nivîskar bû lê belê seydayekî rastîn yê zimanê Kurdî bû ku di dema herî tarî ya qedexekirina ziman û çanda Kurdî de bi fedakariyeke bêhempa xebatan bire serî.

Feqî Huseyîn Sagnıç di sala 1926’an de, salek piştî Serhildana Şêx Saîd li taxa Kehniya Mîran a gundê Xorosê (Xûrz, Horozdere), navçeya Hîzanê ya bajarê Bedlîsê ji dayik bû. Di temenê sê salî de malbata wî koçî navçeya Tetwanê kir û li gundê Kûtê yê nêzî Oranisê bi cih bû. Zaroktiya wî di nava xizaniyê de derbas bû: di heşt saliya xwe de bavê xwe winda kir û sêwî ma. Salek şûnda bi birayê xwe yê mezin re bû berxvan, dûre jî bû gavanê gund û sê salan li pey hev gavani kir. Di wê navberê de Quran xwend û bi awayekî xwezayî dest bi fêrbûna ziman kir.

Di dawiya sala 1938’an de ew çû medresa Seydayê Mela Osmanê Xorosî li Oranisê. Li wir dest bi xwendina “Nûbihar”a Ehmedê Xanî û fiqha erebî kir. Wî çar salan li wir feqîtî kir. Her du birayên wî yên mezin çûn leşkeriyê, lewma ew neçar ma rencberiyê bike. Piştî qedandina leşkeriyê ew li Tetwanê bi cih bû û ji bo debara malbatê dest avêt karê necariyê. Bi demê re dikaneke mezin a necariyê vekir. Lê bele di bin van karên aborî de jî xebatên wî yên ilmî û felsefî berdewam bûn: dahûrandina mezheb û olan, felsefeya metafizîkî û diyalektîkî. Ew di hemû qonaxên jiyanê de bi ziman û çanda Kurdî ve girêdayî ma.

Feqî bi xwe Latînî fêr bû. Ji bilî Kurdî jî Tirkî, Erebî û Farisî dizanî. Ev zimanzaniya ew bi awayekî xwezayî ber bi xebatên zimanî ve bir.

Şervanê ziman û çanda Kurdî

Di jiyana Feqî Huseyîn de gelek serpêhatiyên dijwar hene. Di sala 1964’an de ji ber ramanên xwe yên siyasî bû qaçax lê piştre xwe radest kir û ket zîndana Tetwanê. Di dawiya 1965’an de derket. Di dema ku ew bi qaçaxî digeriya de, hevalên wî Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (T-KDP) damezrandin û ew bû endamê Komîteya Navendî. Sala 1968’an de navenda partiyê û gelek kesê ku ji bo partiyê dixebitîn hatin girtin. Feqî piştre jî gelek caran hat girtin, doz lê vebûn û di dema darbeyên 12 Adar (1971) û 12 Îlon (1980) de bi tawanbariya “propagandaya kurdayetiyê”ê  ket zîndanê.

Di 1983’an de dest bi nivîsandina gotaran di kovar û rojnameyan de kir û lêkolînên zimanî dest pê kir. Sala 1984’an koçî Stenbolê kir û li wir xebatên xwe yên çandî berfireh kir. Di 18’ê Nîsana 1992’yan de bi hevalên xwe yên wekî Musa Anter, Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gûrbûz û Cemşîd Bender re Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê damezrand. Li wir li ser ziman, erdnîgarî û etnografiya Kurdî xebitî. Her wiha li Navenda Çandî ya Mezopotamyayê dersên Kurdî dida. Di gelek panel û konferansên neteweyî û navneteweyî de wekî zimanzanekî cih girt û bi sedan gotar nivîsand. Ev serpêhatiyên wî nîşan didin ku ew ne tenê nivîskar bû lê belê şervanekî ziman û çandê bû ku di bin her zextê de jî dev jê berneda.

‘Feqî weke şîr û helbestê paqij e’

Girîngiya Feqî Huseyîn Sagnıç ji bo wêjeya Kurdî û xebatên çandî nayê pîvandin. Ew di serdema qedexeya Kurdî de dema ku zimanê me di nav metirsiya windabûnê de bû, bû “Rûspî” û “Seyda” yê Kurdî. Wî digot: “Dil derya ye” û wiha dewam dikir; “Ferqa di navebara me û dagirkerên me de tenê zimanê dayikê ye.” Ew bawer dikir ku windabûna ziman windabûna gel e û heta mirinê xizmetê ji Kurdî re kir. Wî pirekê ava kir di navbera kevneşopiya medresê (ku Kurdî di wergerên metnên klasîk de parastibû) û ronakbîriya nûjen de. Bi rêziman, metodên fêrbûnê û dîroka wêjeyê wî alîkariya standardbûn û belavbûna Kurdî kir. Damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û dersên wî li Navenda Çandî ya Mezopotamyayê bûn bingeha sazûmanên çandî yên îro. Yaşar Kemal wî wiha pênase dikir; “Feqî weke şîr û helbestê paqij e.” Her wiha Mehmed Uzun jî di nivîsên xwe de pesnê fedakariya dide. Piştî mirina wî, li Tetwanê (li goristana Karşiyaka) hate definkirin. Îro jî xelata “Feqî Huseyîn Sağnıç a Ziman” tê dayîn û navê wî li kolanên Tetwanê hatiye kirin. Ew nîşana wê yekê ye ku zimanê Kurdî bi saya kesên wekî wî sax ma û geş bû.

Kevirên bingehîn ên wêjeya Kurdî

Feqî Huseyîn Sağnıç di 12’ê Adara 2003’yan de çû ser dilovaniya. Ew ne tenê nivîskarek bû, lê belê sembola berxwedana zimanê Kurdî bû. Ji bo nifşên îro û sibê, ew ders e: Bi fedakarî, zanistî û evînê meriv dikare çand û wêjeya xwe biparêze. Berhemên Feqî Huseyîn Sagnıç wekî kevirên bingehîn ên wêjeya Kurdî ya nûjen in. Ew di sala 1991’an de dest bi weşandina pirtûkên xwe kir û heta mirina xwe berdewam kir. Berhemên wî yên sereke ev in:

Hêmana Rêzimana Kurdî (1991) – Rêzimaneke Kurdî ya bingehîn.

Pêşerîya Hewisîna Zimanê Kurdî 1 (1991) û 2 (1992) – Metodên fêrbûna Kurdî ji bo destpêkê.

Yûsiv û Zuleyxa (1998) – Wergera ji tîpên erebî bo Latînî.

Çîrokên Kurdî (1999) – Berhevoka fabl û çîrokên Kurdî.

Portreler (2000) – Portreyên şexsiyetên siyasî yên Kurd.

Dîroka Wêjeya Kurdî (2002) – Berhema wî ya herî girîng û mezin (nêzî 700 rûpel). Ev pirtûk dîroka wêjeya Kurdî ji Avestayê heta roja me vedikole û wekî “ensîklopediya” wêjeya Kurdî tê binavkirin. Ew bi şev û roj li ser vê berhemê xebitî. Pirtûk piştî mirina wî hate weşandin.

Ji bilî van, wî di rojnameyên wekî Demokrasî û Özgür Gündem de jî gotaran nivîsand.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.